2011/08/12

Paranormal Activity (2007)

Șêwaz: Tirs, Nihênî
Dem: 86 deqîqe
Derhêner: Oren Peli
Nivîskar: Oren Peli
Ekterên Filmî: Katie Featherston, Micah Sloat û Mark Fredrichs
Pûan li malpera IMDB: 6.5/10

Çîroka filmî

Keçek bi navê Katie di gel dezgirê xwe Micahî diçin maleka nû ve, li wêre hizir û xeyalên nexweş di keve serê keçê de û di şev de gelek dengên ecêb di hêne guhê wê û rûdanên gelekî tirs tecrûbe dike. Keçek hizir dike ku ruh û ecina di piş cavên xwe di bîne, lê dezgirê wê di bêje ku çi tiştên ecêb neqewmiye û hemû tiştê ew di bîne hizir û xeyalên wê ne.

Danasîna filmî

Paranormal Activity filmekê tirs e ku di sala 2007"ê de ji hêla derhêner û nivîskarê Îsraîlî Oren Peli ve hatiye çêkirin. Ev filme bo cara yekê li festîvala filmê "Screamfest" li Emerîkayê hate nîşan dan û ji ber hinek egera piştî du sala li hemû sînemayên cîhanê hate nîşan dan.
Paranormal Activity filmekê gelek biqezence ku heta niha hatiye çêkirin, ji bu drûst kirina filmî bi tenê 15 hizar dolaran hatiye xerc kirin û pêtir ji 107 milyon dolaran hate firotin.
Li afîşa filmî de hatiye nivîsandin: "bi tenê berêxwe nedene vî filmî !"

Xelat

Paranormal Activity namzed bûbû bo wergirtina 7 xelatan û li dawiyê 3 xelat bi dest înan.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"êOctober 2007"ê
Cîyê filîm girtin:  Bavarian Drive, Rancho Peñasquitos, San Diego, California, Emerîka

                        

No comments:

Post a Comment