2011/08/14

Rango (2011)

Șêwaz: Anîmasyon, Komedî, Macera
Dem: 107 deqîqe
Derhêner: Gore Verbinski
Nivîskar: John Logan
Ekterên Filmî: Johnny Depp, Isla Fisher û Timothy Olyphant
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

Çirok li ser kimkimekêye bi navê Rango ku piştî rûdana otomobîlê di kevê nav çolê de û diçe bu bajarekê piçûk de. Demekê dirêje ku ew bajar hişk û bê ave û ajel li wê derê bi nexweşî rojên xwe di borînin. Rango çîrokên xeyalî û nedîtî bo ajelên wî bajarî di bêje û dibe serpolîsê wêrê û her weha hewil dide da ku avê ji bu wan peyda bike.

Danasîna filmî


"Rango ecêbe Rango şahaneye Rango taybete Rango keramete!"
Rango filmekê kartoniye kû babetê wê komediye û bi şêwey filmên kovboyan û bi hevkariya kompaniya Paramount Picturesê ve hatiye çêkirin. Johnny Depp ekterê bi navûdeng e ku di rolê Rangoyî di axive.
Rango ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Gore Verbinski ve hatiye çêkirin yek ji balkêştirîn filma ye ku di sala 2011"ê hate wêne kirin. Gore Verbinski derhênerê sê beş ji filmên (Pirates of the Caribbean)e ku di sala 2003, 2006 û 2007ê de hatiye çêkirin. Rango ji aliyê grafîkî ve yek ji baştirîn anîmasyonaye ku heta niha hatiye çêkirin û Location li vî filmî da gelek bi hûrikî û zewq ji layê derhênerî ve hatiye jê gêrtin. Her çende ku Rango dûre ji wan filma ku kompaniya Pîxarê çê dike, lê rewş û taybetiya xwe ya hey û cidaye ji hemû filman. Û li dawiyê ez dîtina vî filmî bu hemû temena tewsiye dikim.

Xelat


Filmê Rango di sala 2011"ê xelata Oscarê ji bo baştirîn filmê anîmasyon û 25 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 14 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"ê February 2011"ê
Butçeya filmî: $135,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment