2011/08/26

Apocalypto (2006)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Drama
Dem: 139 deqîqe
Derhêner: Mel Gibson
Nivîskar: Mel Gibson, Farhad Safinia
Ekterên Filmî: Gerardo Taracena, Raoul Trujillo û Dalia Hernández
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Serperiştî û desthilatdariya mayayiya berev bi dawî hatinêye û serokên welatî hewil didin da ku bêtir perestgeh û ciyê nivêjan ava bikin û bi qurbanî kirina xelkê, mayayiya rizgar bikin.
Di vê halê de kesek ku digel eşîreya xwe hêsîrê wan bûbû ji wê herêmê di reve û...

Danasîna filmî

Apocalypto filmeke dastaniye ku bi Zimanê mayayiyê hatiye çêkirin. Film çîroka birandina medeniyeta mayayiya ye û çawaniya jiyana xelkê maya bi şêweyê mirovên berê wêne kiriye. Dilreqî û bêrehmiya xelkê û dîr bûna filmî ji têştê eşkera û modern belge û îsbate bo vê çendê. Ev filme namzed bûbû bo wergirtîna gelek xelatên mezin li festîvalên cîhanî û babetê wê fîlozofiye, her weha hêz û şidandina filmî li ser cesaretêye. Film ji axîftin û gotara Will Durantî dest pê dike: "çi medeniyet bi destê biyaniya li derve bi ser nakeve ji bilî ku xwe li pêşiyê li nav de hilweşîne û xirab bike". Yek ji nivîskarên filmî  Farhad Safiniaye ku xelkê welatê Iranêye û ji biçûkatiyê li Londonê dijît.

Xelat

Apocalypto di sala 2006"ê de namzed bûbû bo wergirtina 3 xelatên Oscar û 14 xelatên cîhanî lê bele li dawiyê 6 xelat bi dest înan.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Maya
Dema weşandinê: 8-ê December 2006-ê
Cîyê film girtin: Catemaco, Veracruz, Mexico
Butçeya filmî: $40,000,000 (tê texmîn kirin)

                         

No comments:

Post a Comment