2011/10/31

Black Book (2006)

Șêwaz: Drama, Heyecan, Șer
Dem: 145 deqe
Derhêner: Paul Verhoeven
Nivîskar: Paul Verhoeven, Gerard Soeteman
Ekterên Filmê: Carice van Houten, Sebastian Koch û Thom Hoffman
Pûan li malpera IMDB: 7.9/10

Çîroka filmê

Ellis piştî ku malbata wê li şerî de bi destên naziya têne kuştin, hewil dide da ku tolên malbata xwe ji naziyan veke, li ber hindê ew digel grûpa Holandiyên ku karê bergiriya li dijî nazîzmê dikin beşdar dibe.

Danasîna filmê

Paul Verhoeven derhênerê navdarê Holandî ku bi filmên "RoboCop" di sala 1987"ê û "Basic Instinct" di sala 1992"ê li cîhana sînemayê meşhûr bû, ev car piştî bîst salan filmek li welatê xwe de çêkir kû aqil û bîrtûjî ji serê gelekan biriye. Filmek li ser babetê şerî kû dibe bingeh û eslê wê ji filmê "Soldaat van Oranjeî" be. "Paul Verhoeven" û hevkarê sinaryo nivîsê wî Gerard Soeteman ev car serdema şerî û rojên dawî hatiya wê ji bo bîneran re pêşkeş dikin. Paul Verhoeven hewil dide her tiştê ku dizane û dikare li vî filmî de nîşan bide. Bi rastî film komeke ji babetên faşîzmî û eqliyeta şer kirin, têkdan û xerabkirin bi destê nazîyaye ku berî niha li filmên (Schindler's List) û (Malèna) de hatiye nîşan dan. Hejî gotinêye ku filmê Black Book yan (Zwartboek) bi butçeya 17 milyon Euroya hat çêkirin û yek ji bihatirîn filmên Holandiye.

Xelat

Black Book di sala 2006´ê de 14 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Befta û her weha 17 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Holand
Ziman: Holandî, elmanî, îngilîzî, îbranî
Dema weşandinê: 1´ê îlon 2006´ê 
Ciyê film girtin: S-Gravenhage, Zuid, Holand

                         

No comments:

Post a Comment