2011/10/31

I Am Number Four (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Zanistî xeyalî, Heyecan
Dem: 109 deqîqe
Derhêner: D.J. Caruso
Nivîskar: Alfred Gough, Miles Millar
Ekterên Filmî: Alex Pettyfer, Timothy Olyphant û Dianna Agron
Pûan li malpera IMDB: 6.1/10

Çîroka filmî

John Smith kurekê ne normal e ku ji kewkebê Mogadorê yê revî û hatiye ser erdî. Ew şexsê çarem e ji neh kesên Mogadorians ku ji kewkebê revî û hatiye ser erdî.
Sê Mogadorianên berî wî yên hatîne kuştin û niha ew yê dawiyê ye ku di viya xwe ji mirinê rizgar bike.

Danasîna filmî

I Am Number Four filmeke zanistî xeyalî û bi heyecan e ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî " D.J. Caruso" ve hatiye çêkirin. Her çende ku sinaryoya filmî nehêja û dereceya duyeme, lê bo gelek kesan bi taybetî ji bo cihêlan filmekî bi zewq e. diyalogên filmî gelek bêmaneye lê belê Special effects û teknolojiya komputerê gelek bi xweşikî di filmî de hatiye bi kar anîn.

Hûrgilî


Welat: Emerîca
Ziman: Îngilîzî, fransî
Dema weşandinê: 17"ê February 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Franklin Regional High School,Murrysville, Pennsylvania, Emerîca

No comments:

Post a Comment