2011/10/29

Vicky Cristina Barcelona (2008)

Șêwaz: Drama, Romantîk
Dem: 96 deqîqe
Derhêner: Woody Allen
Nivîskar: Woody Allen
Ekterên Filmî:  Rebecca Hall, Scarlett Johansson û Javier Bardem
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmî

Vicky û Cristina li gor daxwaza hevalên Vickyyê di çin bo bajarê Barcelonayê da ku havîna xwe li wêrê derbaz bikin.
Ew li wê derê kurekî bi navê Juan Antonio nas dikin ku pêwendiya wan di gel wî di be sedema gelek rûdanên xweş û nexweş di sefera wan de.

Danasîna filmî

Vicky Cristina Barcelona ku yek ji baştrîn filmên Woody Allenî li van salên dawiyêye, gotûbêjek li ser bîrûbaweriyên evîndarî, hewes û xwastina seksî û pêwendiya di nav bera du kesane. Di vî filmî de hemû cure pêwendiyên hisî tê nîşan dan. Woody Allen dîtina wî bi giştî li ser jiyanê û qedera mirovan tahl û reşbîn e. Ew li ser vê çendê di bêje: mirov pîr û nesax dibin, her tiştê dikin û her kî bin li dawiyê di mirin, lê ev çîroka tehl bi sanehî nahê beyan kirin ji ber hindê nimûneya komediyê wek bingehek ji bo berhemên xwe bi kar tîne da ku çîrokên tehl û dijwarên jiyanê bi awayê filmên komedî bihê nîşan dan.
Scarlett Johansson bi xweşikiya xwe dikare wêneyekî rast ji keçeka bi zewq ku tinê xweşiya di gerê bi bîneran nîşan bide. Her weha rola Penélope Cruz di viya nehê ji bîr kirin ku wêneyekî bêkêmasî ji keçeka dilşkestî ji ber evîndariyê ku arîşeyên ruhî lê peyda bûy nîşan dide.

Xelat

Filmê Vicky Cristina Barcelona di sala 2008"ê de xelata Oscar û 21 xelatên cîhanî bi dest înan û her wesa namzed bûbû bo 29 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîca, Spanya
Ziman: Îngilîzî, spanî
Dema weşandinê: 17"ê May 2008"ê 
Cîyê filîm girtin: Avilés, Asturias, Spanya

No comments:

Post a Comment