2011/10/25

Face/Off (1997)

Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Heyecan
Dem: 138 deqîqe
Derhêner: John Woo
Nivîskar: Mike Werb, Michael Colleary
Ekterên Filmî:  John Travolta, Nicolas Cage û Joan Allen
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmî

Nav çavên bikujê zîrek Castor Troy digel nav çavên Sean Archer polîsê FBI yê tê guhertin ta ku polîs bikare ciyê bombeyekî mezin ku li bajarê Los Angelesê de veşartiye peyda bike.

Danasîna filmî

Her çende ku filmê "Face/Off" di sala 1997"ê de hatiye çêkirin, lê hêşta berhemekî tezeye di stîla filmên polîsî de. Li 138 xolekan ku ji filmî derbaz dibe, hiç têştê zêde li filmî de nahê dîtin û bîner hest bi westiyanê nake. Heyecana filmê Face/Off gelek zêdeye û John Woo derhênerê navdarê çînî dikare hizir û îdêyên serinckêş li wêne kirina filmî de bi şikilê tevgerên hêdî yan Slow motionî bîne pêş çav û bi vî awayî stîlê xwe yê nû ku bi filmê "The Killer" dest pê kirbû bi vî filmî tamtir bêxe. Her çende ku îdêya Face/Off li ser guhertina nav çavan, îdêykî xeyalî bû, lê John Woo şiya bînerên xwe razî bike ku, şûna hîzra rastiya çîrokê bikin, ji sehneyên serinckêş li filmî de zewqê bibin. Sînaryoya Face/Off ji aliyê Mike Werb û Michael Colleary ve bi başî hatiye nivîsandin û li ber hindê ye ku çi sehneyên zêde di filmî de nîne.

Xelat


Face/Off  di sala 1997"ê de 8 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 18 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîca
Ziman: Îngilîzî, latînî
Dema weşandinê: 27"ê June 1997"ê
Cîyê filîm girtin: Pacific Palisades, Los Angeles, California, Emerîca

No comments:

Post a Comment