2011/08/15

American Beauty (1999)


Șêwaz: Drama
Dem: 122 deqîqe
Derhêner: Sam Mendes
Nivîskar: Alan Ball
Ekterên Filmî: Kevin Spacey, Annette Bening û Thora Birch
Pûan li malpera IMDB: 8.5/10

Çîroka filmî

Lester kesekê navsere ye ku di jiyana xwe ya famîly de ketiye di nav arîşeyek mezin de û gelek nemaye ku ewî ji karî der bêxin. Jina wî Carolyn jî bi xwe û karê xwe ve mijûl e û ageh ji hevjîn û keça xwe nîne.
Keça wan Jane jî gelek arîşe digel deyk û babê xwe hene û hizir dike ew dijminên wê ne. Her yek ji wan divê ku ji vî rewşî derkevin û...

Danasîna filmî

American Beauty fîlmeke drama ye ku di sala 2009´ê de ji hêla derhênerê Brîtanî Sam Mendes ve hatiye çêkirin. Filmê American Beauty telîqeka tahl û dijwar e û babetê wê li ser evînî, bextewarî, kêmhebûna şexsiyetê, tunebûna hest û hevcinsxwazî ye. Film rexne li civata modern û avahiya malbata li  Emerîkayê di gire. Berêxwedana derhênerî di filmî de felsefiye, ew bi rêya filmî bo hemû bînerên xwe diyar dike ku di baxçeya pir ji gula Emerîkî de, belgên nazêk yên gula bi tenê xewneke ku dest kesê nakeve û stiriyên wê rastî û heqîqeta jiyanê ye. Navê filmî jî bi tenê bo kînaye û telîq ya hatiye danan û xweşikî ya Emerîkî (American Beauty) bi tenê xewnê.

Xelat

American Beauty di sala 1999´ê de 5 xelatên Oscar û 86 xelatên cîhanî bi dest xwe ve înan û namzed bûbû bo wergirtina 74 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 8´ê îlona 1999´ê
Ciyê film girtin: 11388 Homedale Street, Brentwood, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $15,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment