2012/12/04

The Awakening (I) (2011)

Șêwaz: Tirs, Heyecan 
Dem: 107 deqe 
Derhêner: Nick Murphy 
Nivîskar: Stephen Volk, Nick Murphy 
Ekterên Filmê: Rebecca Hall, Dominic West û Imelda Staunton 
Pûan li malpera IMDB: 6.4/10


Çîroka filmê 

Çîrok li Brîtanya sala 1921'an de diqewime ku ji ber şerê yekemîn a cîhanê êşên pir mezin kişandiye û brînên kûr girtiye. Di wê demê de Jineke bi navê Florence ku pisporê eşkere kirina sextekariyan e û bi zevt kirina xeyaletan navdar e ji ber daxwazeke tê xwendegeheke şevane.
Florence hizir dike ku ev bûyere jî wek yên din lîstikeke û ew wekî her car bi rêbazên xwe rastî yan derxîne holê. Lê vê carê ew bi xwe jî heyirî dimîne, bi rastî jî tiştên ku nayên dîtin hebûna xwe nîşanî wê didin.

Danasîna filmê 

“The Awakening” filmeke tirs e ku bi derhênana Nick Murphy ve hatiye çêkirin. Di filmê de lîstikvanên wekî Rebecca Hall, Dominic West, Lucy Cohu û Imelda Staunton dileyzin.

Xelat 

“The Awakening” di sala 2011ê de 3 xelat bi dest xistin, her weha hatibû hilbijartin bo 2 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Brîtaniya Mezin
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 16´ê
îlon a 2011´ê li fetsîvala filmê Toronto yê hate weşandin
Ciyê film girtin: Berwickshire, Skotland, Brîtaniya Mezin
Butçeya filmê:
£3,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment