2012/12/05

Dengê Bavê Min (2012)

Șêwaz: Drama, Family 
Dem: 88 deqe 
Derhêner: Zeynel Dogan û Orhan Eskiköy 
Nivîskar: Orhan Eskiköy
Ekterên Filmê: Basê Dogan, Gulizar Dogan û Zeynel Dogan 
Pûan li malpera IMDB: 6.5/10


Çîroka filmê 

Çîroka filmê li ser komkujiya Mereşê (bajarek li bakurê Kurdistanê) ye. Di filmê de behsa serpêhatiya malbatekê tê kirin ku ji komkujiyê xilas bûye. Endamên malbatê Besê, Mehmed û Hesen in…
Mehmed, bi guhdarîkirina kasetên teyîbe dîroka malbata xwe fêr dibe û dikeve dû wê şopê.

Danasîna filmê 

Dengê Bavê Min (Voice of My Father) bi derhêneriya Zeynel Dogan û Orhan Eskiköy ve hatiye çêkirin. Film li Elbîstan û Amedê hatiye kişandin û behsa komkujiya Mereşê dike û trajediya malbateke kurd tîne ser perdeya spî. Derhênerê filmê Zeynel Dogan dibêje: “Ev film e, bi kurmanciya herêma Mereşê hatiya kişandin, li ser kasetên teyîbê behsa trajediya komkujiyê tê kirin.” Di filmê de lîstikvanên profesyonel nehatine bikaranîn û Zeynel Dogan, Gulîzar Dogan û Besê Dogan di filmê de dilîzin. Yanî derhêner rol daye dêya xwe û malbata xwe.

Xelat 

“Dengê Bavê Min” cara yekem di festîvala sînemayê ya navnetewî ya Rotterdamê de hat nîşandan û bi dû re li festîvala sînemayê ya navnatewî ya Edenê xelata “Kozaya Zêrîn” ya filmê herî baş, li Stenbolê jî Xelata herî baş a senaryoyê wergirt.

Hûrgilî

Welat: Tirkiye
Ziman: Kurdî, Tirkî
Dema weşandinê: 29´ê çileya pêşîn a 2012´ê
li fetsîvala navneteweyî ya filmê Rotterdamê hate weşandin
Ciyê film girtin: Amed,Tirkiye

No comments:

Post a Comment