2012/04/12

The Color Purple (1985)

Șêwaz: Drama
Dem: 154 deqîqe
Derhêner: Steven Spielberg
Nivîskar: Alice Walker, Menno Meyjes
Ekterên Filmî: Danny Glover, Whoopi Goldberg û Oprah Winfrey
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Çîrok di sala 1900ê di qewime, Celie keçeka reşe ku di 14 saliyê de ji babê xwe bihemile dibe. Ew gelek nexweşiya di jiyana xwe de di bîne, lê ji hemûya nexweştir ewe ku babê Celieyê zarokên wê di firoşe.

Danasîna filmî

pejirandina Steven Spielbergî ji romama metih kiriya Alice Walkerî, weha kir ku gelek kesan bergiriyê li dijî fantaziya wî ji bêgunehiyê biken. Lê di rastîyê de Spielberg di ciyekê nenas de hemûya surprîz dike û dikare biserketinek balkêş  bi dest bixe. The Color Purple ji bilî çîroka xweşik ku mirovî di bin tesîra xwe de digire, wêneyen gelekî baş û muzîka xweş heye ku  lêhatiye ji bo filmek li ser jiyana reşan.

Xelat

The Color Purple di sala 1985-ê de 13 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 11 xelatên Oscarê û her weha 9 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 16-ê December 1985-ê
Cîyê film girtin:  Anson County, bakurê Carolinayê, Emerîka
Butçeya filmî: $15,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment