2012/04/13

The Mist (2007)

Șêwaz: Tirs, Zanistî Xeyalî, Heyecan
Dem: 126 deqîqe
Derhêner: Frank Darabont
Nivîskar: Frank Darabont, Stephen King
Ekterên Filmî: Thomas Jane, Marcia Gay Harden û Laurie Holden
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmî

Piştî têkçûna seqayê, xelik ji bo kirîna kelûpelên pêdivî qesda supermarketê diken. David Drayton resamê posteraye ku digel kurê xwe diçe bo supermarketê, lê ji nişka ve mijeka pir mezin û bisir li bajarî de peyda dibe û xelik li supermarketê de rûdanên seyr û ecêb di nav mijê de dibînin.

Danasîna filmî

The Mist berhemeke din ji Frank Darabont, derhênerê berhemên bîranîn wek The Shawshank Redemption û The Green Mileye ku careke din di gel Stephen King nivîskarê her du filman hevkariyê dike. The Mist tiştê wekî mirinêye, mijek ku diyar nîne ji kî derê hatiye û li gor çi rûdanê ketiye di nav xwezayê de. Her yek ji şexsiyetên filmî ji aliyê xwe ve hewil dide da ku peyama derhêner û filmî bigehîne temaşevanan re.

Xelat

The Mist di sala 2007-ê de 2 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 5 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 21-ê November 2007-ê
Cîyê film girtin: Shreveport, Louisiana, Emerîka
Butçeya filmî: $18,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment