2012/04/13

Misery (1990)

Șêwaz: Heyecan
Dem: 107 deqîqe
Derhêner: Rob Reiner
Nivîskar: Stephen King, William Goldman
Ekterên Filmî: James Caan, Kathy Bates û Richard Farnsworth
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Paul Sheldon nivîskarekî binavûdenge ku demeke dirêje çîroka Miseryyê beş bi beş di nivîsîne. Li wê demê de çîroka Misery gelek xwendevan hebû û hezkirî bû. Rojekê dema ku Sheldon qesda mala xwe ya gundî dike da ku çîroka xwe bi dawî bîne tûşî qezaya trafîkê dibe û otomobîla wî ji rê di derkeve û çerx dibe.
Sheldon wextê ku çavên xwe diveke, di pê hese ku li odeyekê de razaye û jinek bi navê Annie Wilkes çavdêriyê lê dike. Annie ji xwendevanên çîroka Misery bû ku ji nişka ve dihê guhertin û Sheldonî ezab dide. Herê sebeb çiye û boçî Annie we dike?

Danasîna filmî

Romanên psîkolojiya Stephen Kingî herdem ji bo sînemayê balkêşe û berêxwedana sînemayê bi nivêsînin wî bûye sedema afirandina berhemên taybet. Ev taybetmendiye pirtir ji her tiştekî bi çavkaniya çîrokê di vegerê ku endîşe û nearamiyên nenormala mirovan xuya dike ku ji pêşveçûna rojane û adiya jiyanê dûr di kevê. Mirov dikare bêje ku Misery filmeke li ser teqdîra nivîskarî ku hewil dide endaze û dîmensiyona psîkolojiya nivîsandinê di qalibê çîrokeka heqîqî de nîşan bide ku psîkolojiyeke ne rast û xeyalî heye.

Xelat

Filmê Misery di sala 1990-ê de Xelata Oscarê ji bo baştirîn lîstîkvana jin "Kathy Bates" û 2 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 6 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 30´ê mijdara1990´ê
Cîyê film girtin: California, Emerîka
Butçeya filmî: $20,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment