2012/04/12

The Concert (2009)

Șêwaz: Komedî, Drama, Muzîk
Dem: 119 deqîqe
Derhêner: Radu Mihaileanu
Nivîskar: Radu Mihaileanu, Alain-Michel Blanc
Ekterên Filmî: Aleksey Guskov, Mélanie Laurent û Dmitri Nazarov
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Aleksei Guskov serokê grûpa muzîkê bû ku ji ber bi kar înana cihûya di grûpa xwe de ji karî tê derxistin. Ew niha piştî 30 salan karê paqijkirina salona konserê dike, dema ku Aleksei odeya serokî paqij dike faksek ji Parîsê ji bo serokî tê hinartin, Aleksei piştî xwandina faksê di pê hese ku Parîsê ji gropa orkestrayê xwastiye ku ji bo bi cî anîn bernameyeke biçin bo bajarê Parîsê. Aleksei bêyî ku serokê xwe agehdar bike nîyet dike ku gropê xwe yê berê kom bike û bi hev re biçin bo Parîse.

Danasîna filmî

The Concert yan bi fransî Le concert filmeke dramaye ku ji hêla derhênerê Romanî Radu Mihaileanu ve hatiye çêkirin. Radu Mihaileanu ku binemal wî komunîst bûn paşnavê xwe ji ber nazîsta bedil kir. Wî entereseya taybet bi cihûyan heye û li ber hindê berî niha filmê Live and Become çêkirbû ku berhemeke biserketî bû. Bê nêrîn li ser dema derbasbûyiya jiyana ecêb a Radu Mihaileanuyî, filmê The Concert filmeke xweşik e ku dikare temaşevana dilşad bike.

Xelat

The Concert di sala 2009-ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Golden Globeê û her weha 6 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Fransa, Îtalya, Romanya, Rûsya, Belgiya
Ziman: Fransî, Rûsî
Dema weşandinê: 1-ê September 2009-ê
Cîyê film girtin: Bûkareşt, Romanya

No comments:

Post a Comment