2012/03/04

Hugo (2011)

Șêwaz: Macera, Drama, Family
Dem: 126 deqîqe
Derhêner: Martin Scorsese
Nivîskar: John Logan, Brian Selznick
Ekterên Filmî: Ben Kingsley, Sacha Baron Cohen, Asa Butterfield û Chloë Grace Moretz
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî 

Li bajarê Parisê bi hemû esrarengîziya xwe û di enîşka xweşikiya şahaneya xwe de, kurekê êtîm di hundirê xwe de dihewîne. Ev lawik navê wî Hugoye û ev demeke ku babê xwe wenda kiriye. Babê wî berpirsîyarê saetên stasyona trênê li Parisê bû û nihêniyek li dev xwe hebû ku bi tenê Hugoyî hay jê hebû, û ew çêkirina robotekê netemam bû.

Danasîna filmî

Hugo navê filmekê dramaye ku di sala 2011-ê de ji hêla derhênerê mezin Martin Scorsese û li gor romana  Brian Selznick ve hatiye çêkirin. Film jiyana Georges Mélièsî wêne dike. Georges Méliès babê sinemaya zanistî xeyaliye ku di dema keşif kirina sinemayê ji alîyê birayên Lumière, li Fransayê di jiya. Hugo filmê yekê ya Martin Scorsese ye ku bi awayê 3D tê çêkirin. Her weha ev film e berhemê şirketa Paramount Picturesê ye. Di Hugo ya Martin Scorseseî de teknîka 3D bi xweşikî hatiye bi kar înan, Ev teknîke ne wek sîstem û hîleyên sînemayî, lê belê ji bo xweş kirin û bêtir kirina berfirehî û sewiyeya Efektên taybetî hate istîfade kirin. Taybet jinûve çêkirina kurte filmê "Larrivée dun train à La Ciotat" ku di sala 1896ê ji aliyê birayên Lumière ve hatibû çêkirin hêjayî baldanêye. Filmê Hugo ya Martin Scorsese dîsan ji dayik bûna sînemayê îşaret dide. teqdîr bo Martin Scorsese mezin.

Xelat

Hugo di sala 2011-ê 5 xelatên Oscar û 35 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 73 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 10"ê October2011"ê
Cîyê film girtin: La Sorbonne, Paris 5, Paris, Fransa
Butçeya filmî: $170,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment