2012/03/11

The Grey (2012)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Macera
Dem: 117 deqîqe
Derhêner: Joe Carnahan
Nivîskar: Joe Carnahan, Ian Mackenzie Jeffers
Ekterên Filmî: Liam Neeson, Dermot Mulroney û Frank Grillo
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

Ottway mêrekî tenêmayî û dinya dîtiye ku di şirketa neftê li Alaskayê kar dike. Dema ku Ottway û personelên şirketê niyet kir ku bi balafirê ji herêmê derkevin, balafira wan dikeve û gelek ji rêwiyên balafirê têne kuştin û bi tenê heft kes ji mirinê xilas dibin. Sermaya Alaskayê û dorpêçkirin ji aliyê gurgên dirinde astenge di rêya wan de û dijwariyên rêkê zêdetir dike. Ew hewil didin da ku xwe ji mirinê rizgar bikin, lê ew dikarin yan ne?

Danasîna filmî

Filmê The Grey bi şêweyekî bêrehm nîşan dide ku gurg dema ku eriş dike çi şirove û nezera taybet nîne û çi dijminî di gel kesekî nîne, Ev ajelên dirinde di bin çendîn hizar salan de fêr bûne ku di sermaya bixeter û bifelaketa herêma tirsnak wek qutûba bakur de bêyî nixumandina xwe û bêyî çek xwe ji mirinê xelas bikin. Helbet gurga têra xwe sîleh hene, penc û didanên bixeter baştirîn sîlehe ji bo wan. The Grey aksiyonekî paqije ku bi stîla survival ji aliyê derhênerê Emerîkî Joe Carnahanî ve hatiye çêkirin. Rewş û ciyên film girtina filmî bêhempaye û taybetmendiya wê ji ber vê yekêye ku Carnahan dikare tirs û meraqdariyê di hundira bîneran de peyda bike.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 26"ê January 2012"ê
Cîyê film girtin: Edmonton, Alberta, Kanada
Butçeya filmî: $25,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment