2012/03/02

V for Vendetta (2005)

Șêwaz: Aksiyon, Zanistî Xeyalî, Heyecan
Dem: 132 deqîqe
Derhêner: James McTeigue
Nivîskar: Andy Wachowski, Lana Wachowski
Ekterên Filmî: Hugo Weaving, Natalie Portman û Rupert Graves
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10



Çîroka filmî
Di serdema hikûmeta dîktatorî li Ingilîstanê, qehremanek şorişger bi navê “V” li bajarê Londonê îsyan dike.

Danasîna filmî

V for Vendetta filmekê bi heyecane ku di sala 2005-ê de ji hêla derhênerê Awistralî James McTeigue û li gor çîrokên pirtûka Comic Strip a V for Vendetta ji nivîsandina Alan Moore û David Lloydî ve hatiye çêkirin.


Filmê bi navê "Ji bo Vandeta" bi çîroka têkoşerekî li Ingilîstanê ku xwestiye Parlementoyê bombe bike dest pê dike. Piştre kamera berê xwe dide Brîtanya ya pêşerojê. Di brîtanya ya we çaxê de, bûyereke weke 11ê Îlonê bi alavên Kîmyewî çêdibe û Brîtanya dikevê bin desthilatiya dîktatorekî navdar. Her kes û hemû tişt tîne şopandin û hemû kar û xebat ji bo parastina Partiya Dewletê ye. Qehremanek bi navê “V” di vê rewşê de derdikeve holê û behsa şîddeta meşrû dike. Û di televîzyonê de bang li gel dike û dibejê ew ê 5 Sermawezê Parlemetoyê bombe bike. V, ji gel dixwazê kû sala werê roja 5ê Sermawezê werin ber Parlementoyê.



Di berdewama filmî de temaşavan fam dike kû “V” bi reqemê Romanî nimroya hicra pêncemîn e. Ev hicre jî, cihê kû V tê de girtî mayî û di hicrê de gelek îşkence dîtiye û di teqîna ve nîvgirtîgehê de çêbûyî rizgar bûye. Piştî rizgarbûnê qehremanê filmî, bi Maskê xwe yê kenok ji xwe re xirakirina sîstemê dike armanc. Jixwe 5 Sermawezê jî kuştina wî qehremanê  berê yê xwestî Parlementoyê bombe bike ye. 5 sermawezê semboleke berxwedanê ye ji bo V. qehremanê filmî V, di dawiya film de dide xûyakirin kû hemû tişt ji bo ku dîktator werê ser kar qewimiye. Erîşa Kîmyewî jî ji bo ku Partiya dîktator desthilatiyê bike destê xwe ji aliyê zilamên dîktator ve çêbûye. Piştî 11ê Îlona 2001a gelek film li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu film ne weke vî filmî Biraderên Wacosky ye. Di dawiya filmê de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”.


Xelat
V for Vendetta di sala 2005"ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 16 xelatên cîhanî.



Hûrgilî
Welat: Emerîka, Brîtanya, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11"ê December 2005"ê
Cîyê film girtin:  Aldwych Underground Station, Aldwych, Holborn, London, Ingilîstan, Brîtanya
Butçeya filmî: $54,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment