2012/02/03

Real Steel (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Zanistî xeyalî
Dem: 127 deqîqe
Derhêner: Shawn Levy
Nivîskar: John Gatins, Dan Gilroy
Ekterên Filmî: Hugh Jackman, Evangeline Lilly û Dakota Goyo
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî

Charlie Kenton boksbazekî kevine ku divê bi rêya robotekî hêza xwe ya boksaneyê nîşan bide. Lê bi derbekê re kurê wî peyda dibe ku gelekî pêbawere û hevkarîya babê xwe dike da ku di pêşbirkeya robotan de beşdarî bike...

Danasîna filmî

Real Steel yan polayê heqîqî filmekê balkêşe. Çîroka wê dil bijîn e û şexsiyetên newekhev heye ku bi xweşikî di binyata aksîyonê de cîyê xwe girtîye. Li hemû pêşbirkeya di filmî de baş eşkereye ku livîna robota bi xweşikî hatiye şikildan, li sehneyên aksiyon û têkoşîna Transformersa di filmê Transformersê de bi taybet avêtina parçeyên cure curea makîneya bi hevdu re xweşikî ya karî hatîye xerab kirin, lê di filmê Real Steel de derhêner bi bikaranîna birîn yan (cut)ên gav bi gav neşiyana anîmasyonera di çêkirin û nîşandana formên dirêj dinixumîne.


Di hinek sehneyên filmê Real Steel de livîna robota bi awayê hêdî tê wêne kirin loma zerafeta werzişa boksanê bi narînî tê nîşan dan. Her çi be Shawn Levy derhênerê filmî ev car dikare şiyanên xwe wek derhênerekî baş îsbat bike.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Hindistan
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 6"ê September 2011"ê
Cîyê film girtin: 341 N Jefferson St, Mason, Michigan, Emerîka
Butçeya filmî: $110,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment