2012/02/10

Chico & Rita (2010)

Șêwaz: Anîmasyon, Muzîk, Romantîk
Dem: 94 deqîqe
Derhêner: Tono Errando, Javier Mariscal
Nivîskar: Ignacio Martínez de Pisón, Fernando Trueba
Ekterên Filmî: Eman Xor Oña, Limara Meneses û Mario Guerra
Pûan li malperê IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Çîroka filmî di sala 1948ê di Kûbayê tê rûdan. Chico piyanîstekî xort e ku hez ji stiranbêjeka spehî bi navê Ritayê dike. Dengê Ritayê bêhempa û taybete û Chico di evîna wê de giriftar dibe.

Danasîna filmî

Chico & Rita çîroka evînêye ku muzîka caza kubayî bi xweşikî tê de hatiye bikar înan, û bi dîtin û gûhdana wê temaşevan di xeyala xwe de diçe cîhanekî cuda de. Grafîk a filmî ji aliyê Fernando Trueba, Tono Errando û Javier Mariscal ve hatiye durist kirin û her weha muzîka filmî ji aliyê endamên grûpa binavûdeng û naskiriya Buena Vista Social Club ve hate pêk anîn. Ev grûpa efsaneyî ji Havannayê bi belav kirina yekem albûma xwe di dawiya sala 90an de ku ji aliyê Ry Cooder gîtarîstê navdar ve hatbû amadekirin li hemû cîhanê hatin nasandin.

Xelat

Chico & Rita di sala 2011"ê de 3 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 8 xelatê din.

Hûrgilî


Welat: Spanya, Birîtanya
Ziman: Spanî, îngilîzî
Dema weşandinê:  4"ê September 2010"ê
Cîyê film girtin: Televîzyona Escuela Internacional de Cine, San Antonio de los Baños, Kûba

No comments:

Post a Comment