2012/02/13

A Better Life (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 98 deqîqe
Derhêner: Chris Weitz
Nivîskar: Eric Eason, Roger L. Simon
Ekterên Filmî: Demián Bichir, José Julián û Eddie 'Piolin' Sotelo
Pûan li malperê IMDB: 6.9/10

Çîroka filmî

Carlos û kurê wî Luis pêk ve li rojhilat a Los Angelesê bi hejarî dijîn. Ew bi hewildana zêde û bi deyn loriyekê di kirin, lê bi nebawerî loriya wan tê dizîn û ew bi hemû şiyanên xwe hewil didin da ku loriya xwe peyda bikin.

Danasîna filmî

A Better Life drameka Emerîkiye ku di sala 2011ê de bi derhênana Chris Weitzê Emerîkî hatiye çêkirin. Rexnegirên sînemaya Hollywoodê filmê A Better Life ê di gel filmê dizê bisiklêtê (Bicycle Thieves) yan bi îtalî (Ladri di biciclette) ku di sala 1948ê hatiye çêkirin hevber dikin. Ev film e bi lîstin a superstarê Meksîkî Demián Bichir di rola babê û José Julián di rola kurî û li ser babeta pêwendiyên hisî di navbera kur û bab ve hatiye çêkirin. A Better Life li 69 ciyên cuda li Los Angelesê hatiye wêne kirin û ji bilî pêwendiyên hisî, zêdetir problemên mihaciran di welatê Emerîkayê nîşan dide.

Xelat
A Better Life di sala 2011"ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 4 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Spanî, îngilîzî
Dema weşandinê: 24"ê June 2011"ê
Cîyê film girtin:  Los Angeles, California, Emerîka

                           

No comments:

Post a Comment