2012/02/22

Immortals (2011)

Șêwaz: Drama, Aksiyon, Fantazî
Dem: 110 deqe 
Derhêner: Tarsem Singh
Nivîskar: Charley Parlapanides, Vlas Parlapanides
Ekterên Filmê: Henry Cavill, Mickey Rourke û John Hurt
Pûan li malpera IMDB: 6.1/10

Çîroka filmê

Zeman, zemanê şer û bêrehmiyê ye. Șer di navbera xwedaya û Titansa ji bo desthilatdariyê zêdetir lê hatiye û tenzîma edalet û aştiyê demeke dirêj e ku hatiye ji bîr kirin. Bi salan e ku xelk fêrî şerî û kuştina zarokan, biraya û jinên xwe bûne.
Lê dawiyê bûyerek çêdibe ku xelk hemû pê kêfxweş dibin. Ev bûyer e bi ser ketina xwedaya li dijî Titansa ye. Hemûyan hizir dikir ku êdî tenahî di vegere ve, lê kesek bi navê King Hyperion bi hevkariya leşkerê xwe yê bêrehm û sîlehekî kujek hewil dide da ku nifşê mirovan ji bin bibe.

Danasîna filmê

Immortals filmekê aksiyon û Fantaziye ku di sala 2011´ê de ji aliyê derhênerê Hindistanî Tarsem Singh î ve hetiye çêkirin. Ev film e bi şêweyê filmê 300 li studyoyê de hatiye wêne kirin.

Hûrgilî


Welat: Amerîka
Ziman: Îngilîzî, grekî (yewnanî)
Dema weşandinê: 10´ê mijdar 2011´ê
Ciyê film girtin:  Cité du Cinéma, Montréal, Québec, Keneda
Butçeya filmê: $75,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment