2012/02/24

Kick Off Kirkuk (2009)


Șêwaz: Drama
Dem: 81 deqîqe 
Derhêner: Shawkat Amin Korki
Nivîskar: Shawkat Amin Korki
Ekterên Filmî: Atug Asu, Hamed Diyar û Hamajaga Hilin
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10


Çîroka filmî

Kerkûk, bajarê pirnijad li bakurê Iraqê, di pey herifandina rejîma Sadam Husain bûye meydana şerekî giran di nav komên siyasî yên dijber. Nêzîkî 300 malbatên penaber li wir di stadiomeke futbolê de dijîn, piştî ku ew ji aliyê Sadam hatibûn dûrkirin.
Ew êdî bê xanîne, ku li wan veregrin û bijîn. Aso di vê penabergehê de dijî. Li gel rewşa reşbîn Aso cegeriya jiyanê û xweşbînî winda nekirye. Wisa ew ji bo xewna xwe dixebite, ya lîstikeke futbolê di nav zarokên kurd û ereb de pêkbîne. Ji bo penaberên stadiomê wisa wekû heval nêzîkî hev bibin. Di heman demê de ew hêvî dike, bêhtir bikeve dilê hezkiriya xwe Hêlîn de. Bi arîkariya hevalê xwe Sako û bi piştgiriya televizyoneke herêmî Aso hemû astengiyan bi pêkenîn ji ber xwe radike. Gelo ewê çirûskeke hêviyê di vî bajarê birîndar de vêxe?

Danasîna filmî

Kick Off Kirkuk yan Cihek bo yariyê filmekê dramaye ku di sala 2009-ê de ji alîyê derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ve hatiye çêkirin.


Jiyana Derhênerî

Şewket Emîn Korkî sala 1973-ê li Kurdistana başûr ji dayik bûye. 1957 ew bi malbata xwe re ji ber artêşa Iraqî revî Îranê. Li wir ew ta 1999-ê ma û derhênan xwend. Di dema mayîna xwe ya Îranê û dûv re jî piştî ew vegeriya Kurdistana Iraqê, wî di şanogeriyê, TV û Sînemayê de kar kir. "Crossing the Dust" filmê wî yê lîstikvanîyê yê yekê bû. Vî filmî balkêşiyek mezin dît li ser gelek festîvalên cîhanî.


Xelat

Kick Off Kirkuk di sala 2009-ê de xelata taybet ji festîvala navneteweyîya filmê Dubai û xelata  bergeha dîtinê ji festîvala navneteweyîya filmê Pusan stendiye.


Hûrgilî

Welat: Iraq, Japon
Ziman: Kurdî
Dema weşandinê: 10"ê October 2009"ê

Jêder: Duhok Film Festival

No comments:

Post a Comment