2012/02/25

22 Bullets (2010)


Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Heyecan
Dem: 117 deqîqe 
Derhêner: Richard Berry
Nivîskar: Franz-Olivier Giesbert, Richard Berry
Ekterên Filmî: Jean Reno, Marina Foïs û Kad Merad
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10




Çîroka filmî

Charly Matteï gangstereke zîrek û xwedî nifûz e ku sê sale bê arîşe û dûr ji karên gangsteriyê di gel malbata xwe dijîe û hewil dide da ku jîyana xwe bi başî rêve bibe, lê encama karên wî yê berê, Tawanbarî û gangsterî tesîrê li jîyana wî dike û di parkkirin a navenda sûkê de bi 22 guleya dihê birîndar kirin û tiştê herî ecêb ewe ku ew namirê û piştî derketin ji nexweşxaneyê hewil dide da ku tolên xwe wergire.
Danasîna filmî

22 Bullets yan bi fransî L'immortel filmekê dramaye ku di sala 2010-ê de ji alîyê derhênerê fransî Richard Berry ve hatiye çêkirin. Ev film e li gor çiroka rast li ser jîyana Jacky Imbert e ku Franz-Olivier Giesbertî nivîsandibû. 22 Bullets aksîyoneke bi heyecan ji sînemaya Fransayê ye ku devîdevî cudaye ji filmên ku bi eynî awayî hatiye çêkirin. Cudayîya wê ne ji ber hindê ye ku kuştin tê de nîne lê ew tiştê cuda ku di vê filmî de tê dîtin ton û edebîyata taybetî a qehremanê filmî ye ku bi xweşikî ji aliyê Jean Reno ve tê encam dan.


Hûrgilî

Welat: Fransa

Ziman: Fransî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 24"ê March 2010"ê
Cîyê film girtin:  Avignon, Vaucluse, Fransa
Butçeya filmî: €18,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment