2012/02/03

Puss in Boots (2011)

Șêwaz: Anîmasyon, Macera, Komedî
Dem: 90 deqîqe
Derhêner: Chris Miller
Nivîskar: Charles Perrault, William Davies
Ekterên Filmî: Antonio Banderas, Salma Hayek û Zach Galifianakis
Pûan li malperê IMDB: 6.9/10

Çîroka filmî

Puss in Boot  pisîkekî diz, fêlbaz û şer kerekî profesyonele, lê ew berî niha wesa nebû. Ew li destpêkê de dostîyê di gel hêkekî dike ku navê wî Humpty Dumpty bû. Humpty hêkekî çavtenge ku problemê ji bo Puss in Bootî çê dike û Puss in Boot mecbûr dibe da ku mal û bajarê xwe terk bike...

Danasîna filmî

Puss in Boots anîmasyonekî Komediye ku di sala 2011-ê de bi awayê 3D û bi hevkariya kompaniya DreamWorks û bi derhênana Chris Millerî hatiye çêkirin. Gelek ji berhemên Kompaniya DreamWorks taybet filmên anîmasyon wehaye ku Macera wesa pêş diçe ku mirov hizir dike dema çîrok di gehê dawiyê kontrola wê ji destê derhênerî di derkeve, ku ev alozî û komplîkasyone di filmê Puss in Bootsî de ji tê dîtin û his kirin. Tevî vê jî ku Puss in Boots ji rêka xwe dûr dikeve lê bitemamî berhemekî pesendbare. Her weha bi kar înana sehneyên henek û ecêb û teknolojîya 3D xweşiya filmî zêdetir dike.

Xelat

Puss in Boots di sala 2011"ê de namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 16 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 27"ê October 2011"ê
Butçeya filmî:  $130,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment