2012/02/02

War Horse (2011)

Șêwaz: Drama, Șer, Dîrokî
Dem: 146 deqe
Derhêner: Steven Spielberg
Nivîskar: Lee Hall, Richard Curtis
Ekterên Filmê: Jeremy Irvine, Emily Watson û David Thewlis
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmê

Joey hespeke spehiye ku di milkê malbata Narracottî de dijîe. Kurê malbatê Albert e ku hevalê nêzîkê Joey ye û naxwaze tu caran ji hespê xwe dûr bikeve. Lê dema ku xudanê milkî babê Albertî tehdîd dike ku heger kirêya xwe nede nikare milkî kar bînin, ew mecbûr dibe hespê xwe bifroşe serekê leşkerê.

Danasîna filmê

Her çend e ku War Horse rêzdar û bi hêz e lê ne filmeke taybet e. Ev film e ku ji aliyê Steven Spielbergî ve hatiye çêkirin, cudayî ji sinaryoya nebaş hêz û şiyanên gelekî baş hene ku yek ji wana ciyê filmî ye. Li berî gelek salan Spielbergî bi çêkirina filmê "Saving Private Ryan"î diyar kir ku hosteyekî zîrek e ji bo çêkirina sehneyên filmên şerî, loma piştî 14 salan ji çêkirina filmî derbaz dibe û hêşta tu film nehatiye çêkirin ku sehneyên şerî weha rêkûpêk û hûrûkûr wêne bike. Lê di filmê War Horse de Spielberg ji bikar înana zor û şideta şerî dûr dikeve û sedem ewe ku şûneka famîly û şidandina hisa evîndariyê di filmê xwe yê nû de diyar bike. Evca berê xwe bide film hespî û zewq jê bibîne.

Xelat

War Horse di sala 2011"ê de 8 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 6 xelatên Oscarê û her weha 41 xelatê din.

Hûrgilî


Welat: Amerîka
Ziman: Îngilîzî, Elmanî
Dema weşandinê: 4"ê çileya pêşîn 2011"ê
Ciyê filîm girtin: Bourne Woods, Farnham, Surrey, Îngiltera, Birîtanya
Butçeya filmê: $66,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment