2011/11/20

Thor (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Fantazî
Dem: 115 deqîqe
Derhêner: Kenneth Branagh
Nivîskar: Ashley Miller, Zack Stentz
Ekterên Filmî: Chris Hemsworth, Anthony Hopkins û Natalie Portman
Pûan li malpera IM.DB: 7.1/10

Çîroka filmî

Asgard navê welatekiye ku xelkê wê li bin padîşahiya Odinî bi rehetî û aştiyê de dijîn. Padîşah Odinî du kur hene, "Thor" ku şervanekî dilêr û jêhatiye û "Loki" ku sêhirbazekî bêhempaye.
Cîranên Asgardiyayê dirindeyên cemedgirtîne ku li kevin de dijminahî digel yek hebû, loma Thor bê destûra babê xwe erişê li wan dike û ev çende dibe sedema şerekî nû di navbera her du welatan de.

Danasîna filmî

Thor bo cara yekê efsaneyên Skandînavya û pirtûka komedî û formê nivîsînên William Shakespeareî têkel dike û li ser babetekî behs dike ku bi şikilekî aîdî hemû kesanne. Herçendî ku beşên xweşreng û tesîrkarên taybetî (special effects) ji aliyê derhênerê Brîtanî Kenneth Branaghî ve bi awayekî balkêş li filmî de berhev bûye lê nabe sedema hindê ku wekî filmên din yên qehremanan wek Superman û Spidermanî binavûdeng bibe.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 21"ê April a 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Del Mar, California, Emerîka

No comments:

Post a Comment