2011/11/22

Cinema Paradiso (1988)

Șêwaz: Drama
Dem: 155 deqîqe
Derhêner: Giuseppe Tornatore
Nivîskar: Giuseppe Tornatore,
Ekterên Filmî: Philippe Noiret, Enzo Cannavale û Antonella Attili
Pûan li malpera IM.DB: 8.5/10

Çîroka filmî

Salvatore Totò Di Vita derhênerekî navdar e ku di bajarê Romayê dijît û sîh sal e ku gund û mirovên xwe nedîtiye. Dayika wî pêwendiyê bi wî re dike û ji wî dxwaze ku vegerê gundî, çunkî Alfredo yê mirî.
Ev xebere dibe sedema hindê ku hizra Salvatoreî vegere bi zaroktiya wî.

Danasîna filmî

Xwandekarê hêja! tu çend hez li sînemayê dikey? heger heza te li sînemayê geleke, bi rastî  Cinema Paradiso dramatîktirîn û bitesîrtirîn çîroke ku ji sînemayê dibînî.
Cinema Paradiso yan bi Îtalî Nuovo Cinema Paradiso filmeke Îtalîye ku di sala 1988ê bi derhênana Giuseppe Tornatore hatiye çêkirin.
Cinema Paradiso wêneyekî xweşik û rind ji hevjiyanî û nêzîkiya sînema û xelkêye.
Tornatoreyê mezin, şahkarek bi mane çêkir ku her dem bixwazîn ji sînemayê behs bikeyn, navê filmê wî wekî nimûneyekî baş tê beyan kirin. Ew di filmekî de ku nêzîkî sê seetaye karaktera bi zewq û rêkûpêkî weha sexbêrî dike ku mirov mecbûr dibe heta dawiyê çav ji filmî ber nede.
Divê Cinema Paradiso bihê dîtin, carek yan ducar, ev tiştê Cinema Paradiso nîşan dide pîroze.

Xelat

Cinema Paradiso li merasîma 62emîn xelata Oscarê, xelata Oscara baştirîn film bi zimanek din ji bilî ingiliziyê wergirt.

Hûrgilî


Welat: Îtalya, Fransa
Ziman: Îngilîzî, Îtalî, Portûgalî
Dema weşandinê: 29"ê September 1988"ê
Cîyê filîm girtin: Bagheria, Palermo, Sicily, Îtalya

No comments:

Post a Comment