2011/11/25

Dema Hespên Serxweş (2000)

Șêwaz: Drama, Șer
Dem: 80 deqe
Derhêner: Bahman Ghobadi
Nivîskar: Bahman Ghobadi
Ekterên Filmê: Ayoub Ahmadi, Rojin Younessi û Amaneh Ekhtiar-dini
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmê

Trajediya Eyûp û malbata wî, jiyana li ser sînorên sê dewletan tê nîşan dan. Eyûp di nav qaçaxçîyên sînorên Îran û Îraqê û di gundekî nêzîkî sînorê Îraqê de dijît. Dema babê wî dimire ew mecbûr dibe sexbêriya sê xuşk û birayê xwe yê nesax bike.

Danasîna filmê

Dema Hespên Serxweş yan bi farisî Zamani Baraye Mastiye Asbha yekemîn fîlmedrêjê Bahman Ghobadiye ku di sala 2000ê hatiye çêkirin. Ev filme ji aliyê Bahman Ghobadi ve wek diyariyekî teqdîr kirî û sadeye bo tradîsyon û adetên kulturiyên miletê kurd. Ev parçeyek jiyana Kurdan e. Kurd, bi deh salan e di nav van pirsgirêkan de rû bi rû mane û filmê Bahman Gohbadî wêneyek ji vî jiyanê ye û mirina Kurdên li ser sînora nîşanî me dide. Film wekî dokumantereke ji jiyana gelê Kurd e. Fîlm wekî çîrok û kamera jî bi awayekî pisporî bi kar aniye. Ji ber van sedeman film li gelek mîhrîcanan hatiye xelatkirin.

Hejî gotinêye

Cihê kêşandina fîlmî li gundê Qubadî, Baneye û Bûyer û kes ji bingehên rast in û lîstîkvanên filmî ji gundiyên herêmê ne.

Li ser derhênerê filmê

Behmen Qubadî di sala 1969"ê de li bajarê Baneyê, li rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. Piştî li Tehranê dibistana bilind ya weşan û çapemenîyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.
Di navbera salên 1995-1999"ê derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van filma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand li Fransa xelata jurîya taybet stend. Di sala 1999"ê di filma derhêner Abbas Kiarostami ya "Bad ma ra khahad bord" asîstantiya sereke kir û di filma Samira Makhmalbaf ya "Takhté siah" de jî yek ji rolên sereke lîst.

Xelat

Filma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000´ê de di Festivala Cannesê ya Filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI wergirt.
Xelatên din ku girtiye; Festîvala Navnetewî ya Chicago-2000 (Xelata Jurî ya Teybet)
Festîvala Edinburgh- Îskoçya 2000 (Xelata filmên dirêj a herî baş)
Fesîtvala Santa fe - Amerîka 2000 (Xeleta filmên dirêj a herî baş)
Festîvala Navnetewî ya São Paulo- Brezilya 2000 (Xelata juriyê)
Festîvala Navnetewî ya Bannff- Canada 2000(Xelata filmên dirêj a herî baş)
Fesîtvala Navnetewî ya Gijon- Êspanya 2000 (Xelata teybet a jurî)
Festîvala Zarokan a Îsfahan- Îran 2000 (Xelata filmên dirêj a herî baş)

Hûrgilî


Welat: Îran
Ziman: Kurdî, Farisî
Dema weşandinê: gulana 2000´ê
Ciyê film girtin: Bane

No comments:

Post a Comment