2011/11/27

The Help (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 137 deqîqe
Derhêner: Tate Taylor
Nivîskar: Tate Taylor, Kathryn Stockett
Ekterên Filmî: Emma Stone, Viola Davis û Octavia Spencer
Pûan li malpera IM.DB: 8.1/10

Çîroka filmî

Keçeka spî bi hevkariya du xizmetkarên reş pirtûkekî li ser jiyana xelkê reş li Mississippiyê di nivîsîne.

Danasîna filmî

The Help filmeke hevseng û bêaliye ku li ser babetekî pir minaqeşe di mêjûya Emerîkayê de behs dike. Filim reftar û berê xwe dana xudanên mala ku spîne li hembera xizmetkarên reş li serdema piştgirî kirina polîtîka cudatiyê bi navê biryarnameya Jim Crowiye. Bi giştî The Help filmekê xweşe û çîroka wê bînerî ber bi xwe ve dikêşîne. Sînaryoya filmî li gor pirtûka pirfrûşa Kathryn Stockettî ve hatiye nivîsandin.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Hindistan, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (United Arab Emirates)
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 10"ê August 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Clarksdale, Mississippi, Emerîka

No comments:

Post a Comment