2011/11/18

300 (2006)

Șêwaz: Aksiyon, Fantazî,  Dîrokî
Dem: 117 deqîqe
Derhêner: Zack Snyder
Nivîskar: Zack Snyder, Kurt Johnstad
Ekterên Filmî: Gerard Butler, Lena Headey û David Wenham
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Leonidas şahê Sparta di gel leşkerê xwe ku bi tenê 300 kes bûn li dijî leşkerê 180ê hezar kesiya Xeşeyerşayî di rawestin.

Danasîna filmî

300 filmekê aksiyon û Dîrokiye ku di sala 2006ê de ji hêla derhênerê Emerîkî "Zack Snyder" û li gor pitûka Frank Millerî ve hatiye çêkirin. Filmê 300 giringtirîn şer di dema pir kevin de (480 sal berî zayînê) wêne dike. Ev şere di navbera leşkerê Leonidas û Xeşeyerşa ku şahekî mezin ji împeratoriya Farisî bû hat rûdan.
Filim bi hevkariya kompaniya Warner Bros û bi rêya teknolojiya perdeya şîn (digital Backlot) û li studyoyê de hatiye çêkirin.

Xelat

Filmê 300 di sala 2006"ê de 9 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 27 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 9"ê December 2006"ê
Cîyê filîm girtin: Studyoya Icestorm, Montréal, Québec, Kanada

No comments:

Post a Comment