2011/11/13

Hulk (2003)

Șêwaz: Aksiyon, Zanistî xeyalî
Dem: 138 deqîqe
Derhêner: Ang Lee
Nivîskar: Stan Lee
Ekterên Filmî: Eric Bana, Jennifer Connelly û Sam Elliott
Pûan li malpera IMDB: 5.7/10

Çîroka filmî

David Banner lêkolînerê leşkerê ye û ji bo serok Rossî kar dike. Ew materyalkî bi navê Gamma çêdike ku dema bi xwîna ajelan bi derziyê tê têkel kirin hêza wan zêde dibe, lê hikûmet destûrê nade Davidî da ku dermanê xwe yê nû bi mirovan re tecrûbe bike.
David bi dizî ve Gammayê bi xwîna xwe têkel dike, piştî çend sala dema ku kurê wî Bruce tê ser dinyayê gamma di xwîna wî de ji heye û gelek arîşeya ji bo Bruceî çêdike.

Danasîna filmî

Hulk filmeke aksiyon û zanistî xeyaliye ku di sala 2003"ê de ji hêla derhênerê Taiwanî Ang Lee ve hatiye çêkirin. Hulk ji qehremannên çîrokên wêne kiriye ku di sala 1962"ê de ji aliyê Stan Lee û Jack Kirby ve hatiye nivîsandin.

Xelat

Hulk di sala 2003"ê de 2 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo wergirtina 8 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 17"ê June 2003"ê
Cîyê filîm girtin: Arches National Park, Moab (şirîta çîyayî li welatê Urdunê), Utah, Emerîka
Butçeya filmî: $137,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment