2011/11/15

Pirates of the Caribbean: The Curse of the Black Pearl (2003)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Fantazî
Dem:  143 deqîqe
Derhêner: Gore Verbinski
Nivîskar: Ted Elliott, Terry Rossio 
Ekterên Filmî: Johnny Depp, Geoffrey Rush ûOrlando Bloom
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Danasîna filmî


Pirates of the Caribbean: The Curse of the Black Pearl yekem beş e ji zencîrefilmên Pirates of the Caribbean. Ev film e bi hevkariya kompaniya Walt Disney hatiye çêkirin û Gore Verbinskiyê Emerîkî derhênerê vî filmi ye.
Pirates of the Caribbean: The Curse of the Black Pearl bi 125 milyon dolara hat çêkirin û 625 milyon dolar li hemû sînemayên cîhanê hate firotin. beşê duyê ji vî filmî bi navê (Pirates of the Caribbean: Dead Man's Chest) di sala 2006ê, beşê seyê di sala 2007ê û her weha beşê çarê di sala 2011 ê de hatiye çêkirin.


Li destpêka sala 1990ê de Ted Elliott û Terry Rossio ku şanonivîsên radyo û televîzyonê bûn,  biryar da ku sînaryoyekî li gor dizîkerên deryayiya Karayîbê (Pirates of the Caribbean) binivîsin ku li beşê serekî de kesên wekî Will Turner û Jack Sparrow û herweha dizîkerên deryayiyên zordest ku li xezîneya zêran digeryan beşdar bin.

Steven Spielbergî hez dikir ku li vê projeyê de beşdariyê bike û ji bo rola kaptan Jack Sparrow kesên wekî Bill Murray, Steve Martin û Robin Williams hatibûn hilbijartin. Lê şîrketa Walt Disney ji ber sînaryoyekî ku li wê salê de bi navê (Treasure Island) hatibû nivîsandin û her wekî babetê dizîkerên deryayiya Karayîbê bû projeya mezin ya çêkirina filmê xwe rawestand û herweha Steven Spielberg ji nav projey derket.

Di sala 2002 ê Elliott û Terry Rossio dest bikarê xwe kir û sînaryoya dizîkerên deryayiya Karayîbê bi dawî îna. Ewan di viya çîrok bi şikilê sersiruştî lêbihê û dema ku lêçûna çêkirina filmî zêdetir lêhat Bob Iger û Michael Eisnerî tehdîd kirin ku dê projeyê rawestînin, ji ber ku ewan hizir dikirin ev projeye biser nakevê, lê piştî demekî hizra wan hat guhertin û Gore Verbinski ji bo derhênana filmî hat hilbijartin. Gore Verbinskiyî di viya teknolojiya modern ji bo çêkirina filmî bikar bîne da ku filmê xwe balkêş bike, herweha ewî bawerî bi hindê hebû ku filim di viya bi sehneyên tirs û komedî bihê çêkirin da ku dîtina filmî bo hemû kesan bi enterese be.

Wênekirina filmî ji roja 9 ê Octoberê sala 2002 ê destpêkir û heta meha Marchê sala 2003 ê vekêşa. Li vî demî de gelek rûdan çêbûn, li sehneyekî de ku Jack Sparrowyî di viya diziyê bike sê werîsên gelekî mezin li dor pê wî aloz dibe û çokê wî birîndar dike. Ev rûdan e di be sedema hêndê ku berhemhênerên filmî hizir biken Johnny Depp ditirsê û êdî nikarê di rolê xwe de berdewam be lê helbet weha nebû û Johnny Deppî şiyana xwe bo hemûyan diyar kir.

Ji arîşeyên din di filmî de bikar înana perdeyên şîn bû, û di viya ekterên filmî di şûna karakterên komputerî rawistin û sehneyên ku di sih xolekan de tê wênekirin bi hefteya di vekêşa. Kompaniya Walt Disney gelek pare ji bo çêkirina filmî xerc kir, her weha beşekê mezin ji parka Disneyland ji bo wênekirina filmî hat terxan kirin.

Xelat
Pirates of the Caribbean: The Curse of the Black Pearl di sala 2003 ê 30 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 5 xelatên Oscarê û her weha 68 xelatên din.

Hûrgilî
Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 28"ê June 2003"ê
Cîyê filîm girtin: Bequia (mezintirîn girav li St Vincent û Grenadinesêye) Grenadines giraveke li Karîb an jî Karayîbê ku navçeyeke di Derya Navîn yê Emerîka ye.
Deryaya Karîbê parçeyekî Karîbê ye.

No comments:

Post a Comment