2011/11/11

Transformers (2007)

Șêwaz: Aksiyon, Zanistî xeyalî, Heyecan
Dem: 144 deqîqe
Derhêner: Michael Bay
Nivîskar: Roberto Orci, Alex Kurtzman
Ekterên Filmî: Shia LaBeouf, Megan Fox û Josh Duhamel
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî

Sam xorteke ku li amadeyiyê dixwîne, babê wî ji ber dawî hatina xwandina wî ya amadeyiyê erebekê ji bo wî dikire. Sam gelekî kêfxweşe ji ber vê xelatê lê ereba wî robotekî mezin û bihêze.

Danasîna filmî

Transformers filmekê aksiyon û zanistî xeyaliye ku di sala 2007ê de ji hêla derhênerê Amerîkî "Michael Bay" û bi hevkariya Steven Spielbergî ve hatiye çêkirin. Sehneyên xeyalî û nedîtî her weha aksiyonekî pir xweşik di be sedema hindê ku filmekê gelekî xweş jê bihê çêkirin. Di sala 2009"ê de weha ku diyar bû beşê duyem ji filmî hat çêkirin, her çi qas ku filim bi xweşikiya beşê yekê nebû lê qezenca wê hind mezin bû ku mirov diheyirî. Beşê seyê ji filmî (Transformers: Dark of the Moon) di sala 2011"ê de hat çêkirin.

Xelat 

Transformers di sala 2007"ê de 12 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo 3 xelatên Oscarê û her weha 30 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 12"ê June 2007
Cîyê filîm girtin:  Los Angeles, California, Emerîka

                           

No comments:

Post a Comment