2011/11/04

August Rush (2007)

Șêwaz: Drama, Muzîk, Romantîk
Dem: 114 deqîqe
Derhêner: Kirsten Sheridan
Nivîskar: Nick Castle, James V. Hart
Ekterên Filmî: Freddie Highmore, Keri Russell û Jonathan Rhys Meyers
Pûan li malpera IMDB: 7.4 /10

Çîroka filmî

"Lyla Novacek" hunermenda muzîkêye, ew rojekê xortekî bi navê "Louis" ku stiranbêjê grûpekê rokêye nas dike. Ew şevê bi hevdu re derbas dikin lê roja piştî wê mecbûr dibin yekûdu bihêlin û ji yek cuda bibin. piştî çendekî Lyla bihemile dibe û ewê kurek dibe.
Babê Lylayê bi derew di bêje keça xwe ku zarokê wê nemaye û giyan ji dest daye û bi dizî ve neviyê xwe dibe ciyê lênêrinxaneya zarokan. Piştî duwanzdeh salan kurê Lyla û Louisî ku navê wî August e yê mezin bûy, ewî şiyanên gelekî baş di hunera muzîkê de heye, August hewil dide da ku dêûbavê xwe peyda bike. Ew piştrast e kû dikare bi rêya muzîkê ewan bibîne.

Danasîna filmî

"Di karî guhê xwe bideye dengê wê? dengê muzîkê, dengê wê li hemû ciya dikarî guh lê bî, li bayê de... li ronahiyê de...  dengê wê li hemû dera heye, bi tenê pêwîste xwe berdî,  bi tenê pêwîste guh bidey... lê dema bi tenê me di hundir de çêdibe û ez hizir dikim dê çawa tona wê lê dem".  Filim bi van helbesta dest pê dike, dibe ku ev helbeste û muzîka filmî we bike ku bîner di ciyê xwe de bi sekine û demekê dirêj hîzra xwe di narînî û şûxiya vê berhemê de bike. Paye û dereceya muzîkê li filmî de bê sînore, û derhênera filmî Kirsten Sheridan bi xweşikî dikare peyama xwe bigehîne bîneran re. Li dawiye dîtina vî filmî bo her kesê ku hez li muzîkê heye tewsiye dikim.

Xelat

August Rush di sala 2007"ê de 4 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 9 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 6"ê October 2007"ê 
Cîyê filîm girtin: Brooklyn, New York, Emerîka

                           

No comments:

Post a Comment