2011/11/03

The Italian Job (2003)

Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Heyecan
Dem: 111 deqîqe
Derhêner: F. Gary Gray
Nivîskar: Troy Kennedy-Martin, Donna Powers
Ekterên Filmî: Donald Sutherland, Mark Wahlberg û Edward Norton
Pûan li malpera IMDB: 6.9 /10

Çîroka filmî

Çîrok li bajarê Venice dest pê dike, dema ku grûpek ji dizên profesyonel bi bihayê milyonan dolara qalibê zeran di dizin. Lê belê yek ji van dizîkera bi navê "Steve" bêbextiyê li hevalên xwe dike û bi tehdîd û kuştina hevalên xwe qalibê zeran bixwe dibe.
Piştî salekê çend kes ji ew grûpê dizan ku ji rûdanê de xwe xilas kirbû digel keça serekê xwe, amade dibin da ku tolên xwe ji Steveî vekin.

Danasîna filmî

The Italian Job filmekê Tawanbarî û bi Heyecan e ku di sala 2003ê de ji hêla derhênerê Emerîkî "F. Gary Gray" û li gor filmê komediya (The Italian Job 1969) hatiye çêkirin. Sînaryoya filmî ji aliyê "Donna Powers" li gor sînaryoya "Troy Kennedy-Martin" hatiye nivîsandin.
Butçeya filmî 60 milyon dolarn bû û pirtir ji 176 milyon dolaran li hemû cîhanê hat firotin. Li  filmê The Italian Job de lidûgerîn û lipeybûna bi otomobîla, bê bedelkaran hat bicîanîn, ekterên filmî ji bo rola xwe meşqa meharetê ji bo ajotina otomobîlê dîtbûn û tiştê xweş ew bû ku yek ji ekteran bi navê "Mos Def" dema çêkirina filmî karta ajotina otomobîlê nebû. Rolê "Edward Norton" li filmî de rolekê nebaş û negatîv e û bi dilê wî nebû lê ji ber peyman û kontrakta ku di gel kompaniya Paramount hebû mecbûr bi encama vê rolê bû.

Xelat

The Italian Job di sala 2003"ê de 5 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo 7 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîca, Brîtanya, Fransa
Ziman: Îngilîzî, rûsî, îtalî
Dema weşandinê: 30"ê May 2003"ê
Cîyê filîm girtin: California, Emerîka

                          

No comments:

Post a Comment