2011/11/06

127 Hours (2010)

Șêwaz: Drama, Biyografî, Macera
Dem: 94 deqîqe
Derhêner: Danny Boyle
Nivîskar: Danny Boyle, Simon Beaufoy
Ekterên Filmî: James Franco, Amber Tamblyn û Kate Mara
Pûan li malpera IMDB: 7.9 /10

Çîroka filmî

Aron Ralston dema ku rapelikîna çiyayê dike di nava du girêkên gelekî mezin de, berek bi giraniya 350 kîlograma di keve li ser destê wî.

Danasîna filmî

Filmê 127 Hours çîroka rast li ser jiyana Aron Ralston rapelikînerê çiyayane ku dikare bi xweragirtin û tehemilekî xewnane xwe ji mirinê rizgar bike. Aron Ralston rapelikînerê çiyayane ku di sala 2003ê di nava du girêkên gelekî mezin li çiyayên Coloradoyê de giriftar dibe. 127 Hours ji aliyê derhênerekî birêkûpêk û mezbût bi navê Danny Boyleî ve hatiye çêkirin. Ew dikare berhemê xwe pirtir ji filmekê Biyografî nîşan bide. Danny Boyle bi niyasîna kûr ji karakterê filmê xwe hewil dide da ku li vê gerînê de hemû mezinî û hecimê giyaniya Aron Ralstonî bi narînî û şûxî bi bîneran re nîşan bide û wa bike ku bîner di gel karakterê filmî li nexweşiya de beşdar bibe. Ev car ji Danny Boyle şêweyê xwe yê berê ku di filmê "Slumdog Millionaire" de pê biserket bikar tîne û bi wêneyekî xweşik hemû goşe û zawiyeyên filmî di sembolekî de diyar dike û hûn dikarin vê çendê li hemû dema di filmê wî de bibînin. James Franco ekterê serekiyê filmî bi formekî nû di filmî de lîstin dike, bi rastî ew yekaneye di rolê xwe de.

Xelat 

127 Hours di sala 2010"ê de 13 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 6 xelatên Oscarê û her weha 74 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 4"ê September 2010"ê
Cîyê filîm girtin: Moab (navê mejûyî ya şirîta çiyayî li welatê Urdunê), Utah (yek ji federedewletên Yekbûyiyên Amerîkayê), Emerîka

No comments:

Post a Comment