2011/11/08

Up (2009)

Șêwaz: Anîmasyon, Macera, Komedî
Dem: 96 deqîqe
Derhêner: Pete Docter, Bob Peterson
Nivîskar: Pete Docter, Bob Peterson
Ekterên Filmî: Edward Asner, Jordan Nagai û John Ratzenberger
Pûan li malpera IMDB: 8.3 /10

Çîroka filmî

Carl Fredricksen pîremêrekî 78 saliye ku hizar pifdanka bi xaniyê xwe di veke û diçe bo şelala behiştê li başûra Emerîkayê da ku xewna jîna xwe bi cê bîne. Li vê gerînê de kurekê piçûk bi navê Russell û seyek ji pê re diçin.

Danasîna filmî

Up filmeke anîmasyone ku di sala 2009"ê de bi hevkariya Studyo Pixar û bi derhênana Pete Docter û  Bob Petersonî ve hatiye çêkirin. Ev anîmasyone bo cara yekê li mêjûya festîvala filmê Kan de (Cannes Film Festival) wek filmekî kartonî hat nîşan dan. Up anîmasyonekî xweşik û gelekî giring e. Xweşikiya wê wek hizar pifdankênn rengîne ku li xaniya Carl Fredricksenî ve tê vekirin. Up wêneyekî xweşik ji hesta însanî û piştgirî û li hembera wê dijîtiya mirovane li rex rûdanên bi heyecan û her weha bi kar înana sîstemê wênekirina 3D, ku filmekî dilkêş, cazib û bitesîr jê hatiye çêkirin. Teknolojiya 3D bi hûri û bîrtûjiya taybet cîhana rengîna filmî tîne pêş çav û bi harikariya vê teknîkê, reng wek egera neqil kirina maneya rastiya filmî bikar tê.

Xelat

Filmê Up di sala 2009"ê de du xelatên Oscarê û 51 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 32 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 13"ê May 2009"ê

                           

No comments:

Post a Comment