2011/10/17

Troy (2004)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Dîrokî
Dem: 163 deqîqe
Derhêner: Wolfgang Petersen
Nivîskar: Homer, David Benioff
Ekterên Filmî: Brad Pitt, Eric Bana û Orlando Bloom
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Troy û Sparta berev aştî û tenahiyê diçin. Hector û Paris ku her du, kurên mîrê Troyane ji ber têkiliyên baştir seradana Menelaus birayê Agamemnon's, padîşahê bihêzê Sparta diken. Lê, li wê derê Parîs û Helen (jina Menelausî) hez li yek û du dikin û eve dibe hêcet ji bo şerê di nav bera Troy û Sparta.

Danasîna filmî

Troy filmeke Aksiyon û Dramaye ku di sala 2004"ê de ji hêla derhênerê Elmanî Wolfgang Petersenî û li gor pirtûka Homerî hatiye çêkirin. Muzîka filmê Troy ji aliyê James Horner ahengsaz û bestekarê Emerîkî û xodanê du xelatën Oscarê hatiye çêkirin. Horner berî niha ji ber çêkirina muzîka filmên (Braveheart) û (Titanic)ê hatibû naskirin. Her weha ekterê binavûdengê Emerîkî Brad Pitt di rola Achillesê dileyîze, biguman rola wî di filmî de gelek xuya û berbiçave.

Xelat

Troy di sala 2004"ê de 3 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina xelata Oscarê û her wesa 17 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Malta, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 9"ê May 2004"ê
Cîyê film girtin: Blue Lagoon, Comino, Malta
Butçeya filmî: $175,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment