2011/10/17

Gladiator (2000)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Drama
Dem: 155 deqîqe
Derhêner: Ridley Scott
Nivîskar: David Franzoni, David Franzoni
Ekterên Filmî: Russell Crowe, Joaquin Phoenix û Connie Nielsen
Pûan li malpera IMDB: 8.4 /10

Çîroka filmî

Leşkerê Romayê bi rêberiya general Maximus li şerê dijî gelê Berbera bi ser di kevin. Împarator Marcus Aurelius berî mirinê bêyî ku hizra kurê xwe Commodusî bike, ji Maximusî dixwaze da ku şûna wî bigire.
Lê Commodus babê wxe di kuje û biryara îdam kirina Maximus û malbata wî dide.

Danasîna filmî

Gladiator filmeke aksiyon û drama ye ku di sala 2000"ê de ji hêla derhênerê Brîtanî Ridley Scottî ve hatiye çêkirin. Dibe hûn bizanin ku Ridley Scott derhênerê ev berhema yekane û şahkara mêjûya sînemayê, yek ji baştirîn çêkerên filmên destaniye di cîhana sînemayê de. Ridley Scottî filmên gelekî xweş wek (Black Hawk Down), (Kingdom of Heaven), (1492: Conquest of Paradise) û (Robin Hood) di berhemên xwe de hene.
Zanayî û zîrekiya Scottî di çêkirin û afirandina sehneyên aksiyonê taybet e. Di filmê Gladiator de gelek ji van sehneya tê pêş çav. Sehneyên şerî di Romayê de û taktîka şerî, her weha sehneyên şerî di gel pilinga egere ji bo dîyar kirina taybetiya karê Ridley Scottî. Helbet tu kes neşiyan wek Russell Croweî vê rola aloz û pir dijwar de blîze. Sehneya dest kişandin li ser genimî li filmê Gladiator de di sala 2000ê ji aliyê bisporên filma baştrîn sehne hate hilbijartin.

Xelat

Gladiator di sala 2000"ê de xelata Oscar bo baştirîn film, baştirîn mîksa dengî, baştirîn lîstikvanê kur bo Russell Croweî, xelata baştirîn dîzayn kirina cilûberga û tesîrkarên taybetî (Special effects) û 48 xelat in cîhanî bi dest înan. Her weha namzed bûbû bo wergirtina 80 xelat in din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Îngiltera
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 1"ê gulana 2000"ê
Cîyê filîm girtin: Ait Benhaddou, Ouarzazate, Mexrib
Butçeya filmî: $103,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment