2011/10/16

Ratatouille (2007)

Șêwaz: Anîmasyon, Komedî, Family
Dem: 111 deqîqe
Derhêner: Brad Bird, Jan Pinkava
Nivîskar: Brad Bird, Jim Capobianco
Ekterên Filmî: Brad Garrett, Lou Romano û Patton Oswalt
Pûan li malpera IMDB: 8.1 /10

Çîroka filmî

Remy mişkekê taybete kû li Parîsê dijît. Ew hez dike wekî mirovan xwarina çê bike, lê ji ber nerazîbûna malbata xwe û hişkbaweriya mirovan nikarê bigehe xwaziya xwe, lê ewî hizrên nû li serê xwe de hene.

Danasîna filmî

Bîranîn û hizrên zaroktiyê tu caran ji bîra mirovî naçe. Gelek ji xeyal û fantaziyên zaroktiyê bi formê anîmasyon yan filmê kartonî tê hêsan kirin. Loma ecêb nîne kesên ku zaroktiya xwe bi filmê kartonî derbaz kiriye, û di dema salmeziniyê de ji, bi temaşe kirina anîmasyoneka nû vegerên bi dema zaroktiya xwe.


Ratatouille ji di kare yek ji eynî filim kartona be. Anîmasyonekî hêsan û sadeye li pêş çavan, lê gelekî kûr û pir xweşikiye. çîroka mişkekiye ku li Parîsê dijiye û wekî mirova hez dike xwarina çê bike û bawerî bi vê gotinê heye ku: "everyone can cook" hemû di karin xwarina çê bikin. Ratatouille 8emîm filmê kartonî ji şîrketa Pixarêye ku di sala 2007ê de bi derhênana Brad Birdê Emerîkî hatiye çêkirin û ji aliyê şîrketa Walt Disney hate belav kirin. Ratatouille her tiştê hêja ku li filmekê kartonî de divê hebe, li xwe de heye. Çîroka dilbijîn, şexsîyetên gelekî xweş û bedewî, sehneyên ecêb û xweşik, komediya Slapstick, her weha henek û yariyên bigotin û bikêf û wêneyekî modern dibe egera hindê ku filmekî  xweş jê çê bibe.

Xelat

Filmê Ratatouille di sala 2007"ê de xelata Oscarê û 43 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 21 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Fransa
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 22"ê June 2007"ê

                           

No comments:

Post a Comment