2011/10/18

Horrible Bosses (2011)

Șêwaz: Komedî, Tawanbarî
Dem: 98 deqîqe
Derhêner: Seth Gordon
Nivîskar: Michael Markowitz, John Francis
Ekterên Filmî: Jason Bateman, Charlie Day û Jason Sudeikis
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Nick karmend e û ji serokê xwe nefret dike. Sebeba kerb û nefreta wî ji ber hindêye ku serokê wî, ewî mecbûr dike ku serê sibehê heta êvariya direng kar bike.
Harken serokê Nickî hemû dema wî kontrol dike û ew nikare gazinda jê bike. Dale ji her wesa ji serokê xwe neraziye, lê ew ji nikarê gazinda jê serokê xwe bike. Kurt ji kar û serokê xwe her dûka raziye lê piştî ku serekê wî di mire rewşa wî ji nexweş dibe, li ber hindê her sê heval biryar didin da ku serokên xwe bikujin.

Danasîna filmî

Filmê Horrible Bosses li şêwaza xwe de filmekê gelek bikêf û pir heneke û babeta wê li ser karmenda û  serokê wane ku hemû dema yek ji xweştirîn babetaye ku li malbata de tê behs kirin. Horrible Bosses ku di sala 2011"ê de bi derhênana Seth Gordonî ve hatiye çêkirin wekî filmê (The Hangover) ji çend karaktera tê ava kirin ku her yek ji wan kesa arîşeyên taybet hene. Her çende ku film bi formên mintezam û birêkûpêk hatiye çêkirin, lê reftarên nepaqij û pir kirêt dibe sedema hindê ku gelek malbat nikarin bi zarokên xwe re filmî temaşe bikin.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 8"ê July 2011"ê
Cîyê film girtin: Glendale, California, Emerîka
Butçeya filmî: $35,000,000 (tê texmîn kirin)

                          

No comments:

Post a Comment