2011/10/18

Ice Age (2002)

Șêwaz: Anîmasyon, Komedî, Macera
Dem: 81 deqîqe
Derhêner: Chris Wedge, Carlos Saldanha
Nivîskar: Michael J. Wilson, Michael Berg
Ekterên Filmî: Denis Leary, John Leguizamo û Ray Romano
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Komekê pilingan erişê li ser gundê mirovan dikin. Li vê rûdanê de jinek di gel zarokê xwe di revin û mecbûr dibin xwe bêxin di nav rûbarî de.
Piştî demekî Mammothekî pir mezin yê ser dema cemedê bi navê Manfred digel hevalê xwe yê nû Sidî ku hirçekî tembeleb dê jinik û zarokê wê ji ava rûbarï derêxin.

Danasîna filmî

Ice Age filmeke anîmasyon û komediye ku di sala 2002"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Chris Wedgeî û bi hevkariya şîrketa (20th Century Fox) ve hatiye çêkirin. Li gor vê anîmasyonê, du filmên kartoniyên din bi navê (Ice Age: The Meltdown) di sala 2006"ê û (Ice Age: Dawn of the Dinosaurs) di sala 2009"ê de hatiye çêkirin. Ice Age yek ji anîmasyonên binavûdeng û pir bînere ku li van salên davî de gelek behs li ser vî filmî hatiye kirin. Ji vî anîmasyonê çend yariyên komputerî hatiye çêkirin.

Xelat

Ice Age di sala 2002"ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 23 xelatên din.


Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, kroatî
Dema weşandinê: 15"ê March 2002"ê

 

No comments:

Post a Comment