2011/10/09

A Separation (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 123 deqîqe
Derhêner: Asghar Farhadi
Nivîskar: Asghar Farhadi
Ekterên Filmî: Peyman Moaadi, Leila Hatami û Sareh Bayat
Pûan li malpera IMDB: 8.6 /10

Çîroka filmî

Siminê divê ku digel mêrê xwe Naaderî û keça xwe Termehê bi hev re ji Îranê derkevin. Lê Naader hez nake babê xwe ku yê nesaxe bi tenê bihêle.
Ev dijheviye dibe sedema hindê ku Simin ji dadgehê daxwaza telaqê bike, lê dadgeh daxwaza wê qebûl nake û...

Danasîna filmî

A Separation yan bi farisî (Jodaeiye Nader az Simin) filmeke Dramaye ku di sala 2010"ê de ji hêla derhênerê Îranî "Asghar Farhadi" ve hatiye çêkirin. A Separation piştî (Raghs dar ghobar 2003), (Shahre ziba 2004), (Chaharshanbe-soori 2006) û (Darbareye Elly 2009) filmê pêncêye ku ji aliyê Asghar Farhadi ve tê çêkirin. A Separation wekî filmên dî yên vî derhênerî naveroka civakî heye û li ser jiyana coteke cihêl ji çîna navîna Îranê li dema hevdû berdanê behs dike. Ev film e berê xwe daneka kûr e ji bo têkiliya jin û mêran li Îranê de û bi nêrîna xwe qanûn, azadî û sergiraniya jinan û mêran li Îranê de rexne lê di girit.

Firotin

A Separation  pirfiroştrîn filmê sînemaî ya Îran ê ye ku heta niha hatiye çêkirin û pirtir ji 10 milyon dolaran hatiye firotin.

Hejî gotinêye 

A Separation bi nûnerî ji Îran ê li beşê baştirîn filma bi zimanek din ji bilî ingilizî yê li merasîma 84 emîn xelata Oscar ê hat hilbijartin.

Xelat

Xelata Oscarê ji bo filmê biyanî yê herî baş di sala 2011"ê de.
Xelata hirça zêrî ji bo baştirîn film li festîvala filmê Berlinê di sala 2011"ê de.
Xelata hirça zîvî ji bo baştirîn lîstikvanê kur û baştirîn lîstikvanê keç li festîvala filmê Berlinê di sala 2011"ê de. Xelata baştirîn Sînaryo li (Asia Pacific Film Festival) di sala 2010" de.
Xelata baştirîn film li festîvala filmê Sidney li Awistralya di sala 2011"ê de.
Xelata Golden apricot ji bo baştirîn film li (Armenian film Festival) di sala 2011"ê de.
Xelata taybet helbijarte ya bîneran li (Amsterdam Film Festival) di sala 2011"ê de.
Xelata baştirîn film li (St. Petersburg International Film Festival) di sala 2011"ê de.

Hûrgilî


Welat: Îran
Ziman: Farisî
Dema weşandinê: 15"ê February 2011"ê
Cîyê film girtin: Tehran, Îran
Butçeya filmî: $800,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment