2011/10/07

Drive (2011)

Șêwaz: Aksiyon,Tawanbarî, Drama
Dem: 100 xolek
Derhêner: Nicolas Winding Refn
Nivîskar:  Hossein Amini, James Sallis
Ekterên Filmî: Ryan Gosling, Carey Mulligan û Bryan Cranston
Pûan li malperê IMDB: 8.0 /10

Çîroka filmî

Çîrok li ser jiyana kurekê bêkese ku li rojê de bedelkarê sînemayêye û li şevan de ji bo dizî keran kar dike. Ew bi ajotina otomobîlê jiyana xwe rêve dibe ta ku rojekê jinekê nas dike, ew jin cîrana wiye û hez ji wî dike.

Danasîna filmî

Drive filmekê Aksiyon û Tawanbariye ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Danmarkî "Nicolas Winding Refnî" ve hate çêkirin û rola serekî yê filmî ji aliyê "Ryan Gosling" ve tê leyistin. Ew li filmê Drive de rola şofêrekî dike ku bîra mirovî bi karakterê "Alain Delonî" di filmê (Le samouraï 1967)ê de tîne.
Tawanbarek ku bîner piştgirî lê dike, dizî kerek ku bi şevan de ji polîsan di reve û bi roj de rolê wan li filman de dike. Bi rastî hilbijartina "Ryan Gosling" ji aliyê derhênerî ji hêz û şiyanin berhemêne. Ryan wek core kopiya nû ji şexsiyeta aram û pêbawer wekî Steve McQueen, Clint Eastwood û Lee Marvin e ku ewan pirtir taybetî ya xwe li reftara xwe de diyar dikir ta ku diyaloga de. Li vî filmî de derhêner wekî filmên xwe yên berê (Pusher 1996),(Pusher II 2004) û (Valhalla Rising 2009) kar dike û ciyên kêm ronahî û tarî û bajarê Los Angelesê bi şêweykî maqûl û balkêş wêne dike.

Xelat


Drive di sala 2011"ê de 40 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 2xelata Oscarê û her weha 64 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 20"êMay 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $15,000,000(tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment