2011/10/03

Bridesmaids (2011)

Șêwaz: Komedî, Romantîk
Dem: 132 deqîqe
Derhêner: Paul Feig
Nivîskar: Kristen Wiig, Annie Mumolo
Ekterên Filmî: Kristen Wiig, Maya Rudolph û Rose Byrne
Pûan li malpera IMDB: 6.9 /10

Çîroka filmî

Lillian keçeka rehet û kêf xweşe, ew li bere demekê nêzîk de daweta xwe bike û ji hevala xew Annie yê di xwaze ku li dîlana wê de bibe berbûk lê ewê gelek hevalên din ji hene ku hes dikin li dîlana wê de beşdar bin, li ber hindê li roja dîlanê her yek ji wana bi keyfa xwe guhertina di dîlanê de dikin ku netîceya guhertin û pilanên wan hinek tiştên ecêb û bi kenî çê dike.

Danasîna filmî

Bridesmaids filmekê komediye ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî "Paul Feig" ve hate çêkirin. Bridesmaids ku bi awayê filmê (Sex and the City) hatiye wêne kirin nikarê hizra derhênerî bo bîneran îsbat bike. Her çende ku naveroka filmî komediye lê pirtir nemaqûl û bêmaneye, herweha mecbûrim bêjim ku arîşe bi tenê kêm bûna sehneyên henek û komîk nîne, lê babet eveye ku çi henek di filmî de nîne. Li destpêkê film hêdî rêve diçe û dawiya wê wekî trajediyê ye ne filmekê komedî.

Xelat

Bridesmaids sala 2011"ê de 6 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo du xelatên Oscarê û her weha 36 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 28"ê April 2011"ê
Cîyê film girtin: Orange, California, Emerîka
Butçeya filmî: $32,500,000 (tê texmîn kirin)

                         




No comments:

Post a Comment