2011/10/02

Blood Diamond (2006)

Șêwaz: Macera, Drama, Heyecan
Dem: 143 deqîqe
Derhêner: Edward Zwick
Nivîskar: Charles Leavitt, Charles Leavitt
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Djimon Hounsou û Jennifer Connelly
Pûan li malpera IMDB: 8.0 /10

Çîroka filmî

Danny Archer ku di eslê xwe de Rhodesiayî ye qaçaxiya almasa dike, ew demê zarok dêûbavê xwe li şerî de ji dest de. Dema Danny hewil dide da ku hinek almasa ji sînorê Sierra Leoneê derbaz bike polîsên sînorê ewî di girin û zindanî dikin, li zîndanê de ew di pê hese ku "Solomon Vandy" ciyê almasekê pir biha ku li derekê veşartiye di zane û piştî azad bûn ji zîndanê bi hev re diçin da ku almsê peyda biken.

Danasîna filmî

Yek ji filmên gelekî xweşik ku di van deh salên dawiyê de hatiye çêkirin filmê Blood Diamond e. Blood Diamond filmekê Macera û Dramaye ku di sala 2006"ê de bi derhênana "Edward Zwick" ve hatiye çêkirin. Ewî berî niha filmê (The Last Samurai 2003) di berhemên xwe de hebû. Her çende ku filmê "Blood Diamond" filmekê têrmane û naskiriye lê mixabin ku çi Oscar newergirtin û filmê (The Departed) li wê salê de dikarî xelata Oscarê bi dest bixe. Li her du filman de Leonardo DiCaprio wek ekterê serekî di filmî de beşdar dibe û bê şik rolê wî tesîra xwe li her du filman de hebû. Ez dikarim bêjim Blood Diamond filmekê bêkêmasiye ku babetê wê evîndariya malbat û hezkirina jiyanê ye. Blood Diamond rastiyeke naskirî ji misîbeta şerên navxweyî li welatên afrîkayî de ku herdem grûpekê serhildêr di gel hikûmetê şerî dikin û di navbera wan de xelkê bê guneh qurbanî dibin.

Xelat

Blood Diamond di sala 2006"ê de 5 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 5 xelatên Oscarê û her weha 19 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî, Mende, Afrîkayî
Dema weşandinê: 28"ê December 2006"ê
Cîyê film girtin: Cape Town, Western Cape, Afrîkaya Başûr
Butçeya filmî: $100,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment