2011/09/30

Five Minarets in New York (2010)

Șêwaz: Drama
Dem: 119 deqîqe
Derhêner: Mahsun Kirmizigül
Nivîskar: Mahsun Kirmizigül
Ekterên Filmî: Haluk Bilginer, Danny Glover û Gina Gershon
Pûan li malpera IMDB: 6.0 /10

Çîroka filmî

Du polîsên Tirk bi navê Firat û Acar diçin bo bajarê New Yorkê da ku yek ji rêveberên bixeter yê terorîst ku di eslê xwe de tirk e û ji aliyê polîsên Amerîkayê ve hatiye girtin vegerînin bo welatê Tirkiye.

Danasîna filmî

Five Minarets in New York navê filmekê Tirkî û Amerîkiye ku di sala 2010"ê de hatiye çêkirin. Derhêner ê filmî Mahsun Kirmizigül stiran bêjê navdarê Tirk e. Ewî berî niha sê filmên din bi navê (Beyaz melek 2007), (Gecenin kanatlari 2009) û (Günesi gördüm 2009) li berhemên xwe de hene. Filmê Five Minarets in New York li destpêkê de bi şêwey Action dest pê dike, sehne û Special effects li filmî de wekî filmên Hollywoodê rêkûpêke û Mahsun dikarê bi xweşikî Heyecana filmî bi bîneran re veguhêsê.


Wêne kirin û jê girtina zawiyeya durist bi baştirîn stîl di xizmeta filmî de ye. Mahsunî di viya li dawiyê de filmekê drama li metih kirina Îslamê nîşan bide lê qet nikarê vê meselê bi kûrahî derbirîne û bi tinê bi diyalogên yekformî razî dibe. Hejî gotinêye ku navê filmî ji muzîka folklora Tirkî hatiye hilbijartin.

Hûrgilî

Welat: Tirkiye, Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Tirkî
Dema weşandinê: 1"ê November 2010"ê
Cîyê film girtin: Bitlis, Tirkiye
Butçeya filmî: $12,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment