2011/09/27

Unknown (2011)

Șêwaz: Drama, Heyecan, Nihênî
Dem: 113 deqîqe
Derhêner: Jaume Collet-Serra
Nivîskar: Oliver Butcher, Stephen Cornwell
Ekterên Filmî: Liam Neeson, Diane Kruger û January Jones
Pûan li malpera IMDB: 6.9 /10

Çîroka filmî

Dr. Martin Harriji digel jina xwe ji bo beşdarî kirin di nav konferansa Biotechnology diçe bo bajarê Berlînê. Dema ew di gehen otêlê, Martin di zane ku çenteya xwe hêlaye li firokexaneyê de û bê ku jina xwe agehdar bike di vegere bo firokexaneyê, lê bi rêve de rûdanek di çêbe û Martin dikevê nexweşxaneyê de, piştî çend rojan ew di wegerê otêlê li dev jina xwe lê jina wî ewî nas nake.

Danasîna filmî

Unknown navê filmekê bi Heyecan û Nihêniye ku di sala 2011"ê de hatiye çêkirin. Derhênerê filmî "Jaume Collet-Serra"ye. Ev filme berhemê giştî yê welatê Amerîka û Almanya ye û li Berlînê hate wêne kirin. Belkî Unknown filmekê nemaqûl û bêmaneye, lê ev çende bi tinê nabe sebeb ku xwe ji filmî bi dûr bêxîn. Problema filmî li çawaniya pêşkêş kirin û şêweyê sînaryo li eşkere kirina rastiyê de ye. Her çend dem li filmî de derbaz dibe û rastiya çîrokê eşkere dibe hest di keyn film zêdetir wek sexteyeka pêtirank e, ta hewildaneka sergiran li pêşkêş kirina tiştekî teze de.


Heger filmî bi çar beşan dabeş bikeyn nêzîkî 3 beş ji filmî bi rindî û xweşikî rêve diçe û demê temaşevana bi texmîn kirinê ve derbaz dibe, lê di beşê çaran de çareserî û bersiva nihênî yên filmî gelek ehmeqaneye. Rolê Dr. Martin Harriji ji aliyê ekterê bi nav û deng Liam Neesonî ve tê leyistin. Liam Neeson ku berî çend salan li filmê (Taken 2008) de navdar bûbû ev car ji rolê xwe bi xweşikî dike.

Hûrgilî

Welat: Brîtanya, Emerîka, Elmanya, Kanada, Japon, Fransa
Ziman: Îngilîzî, Tirkî, Elmanî, Erebî
Dema weşandinê: 16"ê February 2011"ê
Cîyê film girtin: Airport Berlin-Tegel, Berlin, Elmanya
Butçeya filmî: $30,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment