2011/10/10

Perfume: The Story of a Murderer (2006)

Șêwaz: Drama, Fantazî
Dem: 147 deqîqe
Derhêner: Tom Tykwer
Nivîskar: Andrew Birkin, Bernd Eichinger
Ekterên Filmî: Ben Whishaw, Dustin Hoffman û Alan Rickman
Pûan li malpera IMDB: 7.5 /10

Çîroka filmî

Filmê "Perfume: The Story of a Murderer" çîroka Jean-Baptisteyê bêjiye ku di sala 1800 ê de li Parîsê dijît. Ew li bazarê masî firoşan li Parîsê tê ser dinyayê, ciyekê gelekî pîs ku bêhna genî ji dihê, ciyekê pir ji bêhna masî ,mişk, kelmêş û pêşî û her tişê ku bêmirês be li wêrê hebû.
Jean Baptiste ji zaroktiya xwe de mirovekê ciyawaz bu û dema mezin dibe hes dike bêhna xweş (parfum) çê bike, lê perrfumên wî taybetên û ji bêhna jîna tê çêkirin.

Danasîna filmî

Perfume: The Story of a Murderer filmeke Drama û Fantaziye ku di sala 2006"ê de ji hêla derhênerê Elmanî Tom Tykwer û li gor romana pirfiroş ji nivîskarê Elmanî Patrick Süskind ve hatiye çêkirin. Tom Tykwer ji dayik buyê 1965"ê li bajarê Wuppertal li Elmanyaye, ew di sala 1997"ê de bi filmê (Winterschläfer) û salekê piştî wê bi filmê (Lola rennt) navdar bu. Pirtûka binavûdengê (Perfume: The Story of a Murderer) ku bi 45 ziman li cîhanê de hate wergerandin û pirtir ji 15 milyon kopî jê hatiye firotin yek ji dijwartrîn çîroka bu ji bu çêkirina filmekê sînemyî, lê Tom Tykwer derhênerê filmî diyar dike ku şiyana hindê heye ku karên mezin de bi ser keve. Ev film e li ser bêhna laşî û cisimê jinaye, çîrokeka reş û dramayeka hosteyane. çîroka Perfume dînîtî û tawanbariye ku li forma realîzm û efsûngerî de wêneyekê eşkere ji xeyalên reş û hêrsbûyiya mirovan nîşan di de.

Hejî gotinêye 

Perfume: The Story of a Murderer bihatrîn filmê sînemaiya Elmanyaye ku heta niha hatiye çêkirin.

Xelat

Perfume: The Story of a Murderer di sala 2006"ê de 12 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo 12 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Elmanya, Fransa, Spanya, Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 7"ê September 2006"ê
Cîyê film girtin: Barcelona, Cataluña, Spanya
Butçeya filmî: €50,000,000 (tê texmîn kirin)

                         

No comments:

Post a Comment