2011/10/11

27 Dresses (2008)

Șêwaz: Komedî, Romantîk
Dem: 111 deqîqe
Derhêner: Anne Fletcher
Nivîskar: Aline Brosh McKenna
Ekterên Filmî: Katherine Heigl, James Marsden û Malin Akerman
Pûan li malpera IMDB: 6.0 /10

Çîroka filmî

Jane heta niha berbûk bu li 27 dawetan de, li şevekê wextê ew eynî demê de li du dîlana de berbûk e, kurekî bi navê Kevin nas dike. Her li wî wextê de Tess xuşka wê ya piçûk piştî demekê dirêj ji bo du hefteya dihê mala wê û hez ji serokê Janeê dike ku navê wî Georgee û ev dibe sedema gelek rûdana.

Danasîna filmî

27 Dresses filmekê Komedî û Romantîke ku di sala 2008"ê de ji hêla derhênera Emerîkî Anne Fletcher ve hatiye çêkirin. Anne Fletcher di sala 1966ê de li bajarê Detroitê ji dayik bu. Leqeba wê dadêye û mêjûyeka gelekî baş di Sînemaya Emerîka de heye. Ew li salên 1990"ê de bi karên koreografî û dansê çû di nav Hollywoodê de û navdar bu, piştî hînge karê berhemhênerî û derhêneriyê de ji beşdarî kir. 27 Dresses filmê wê yê doyeme ku 76 milyon dolaran hate firotin. 27 Dresses çîroka periya ye, Komediyeka Romantîk e ku divê hizrên paşverûyê tesîs bike ku li gor vê hizrê şexsiyet û taybetiya jinan nîşan bide.

Xelat

27 Dresses di sala 2008"ê de 4 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo 3 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 9"ê January 2008"ê
Cîyê film girtin: Broadway, Manhattan, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $30,000,000 (tê texmîn kirin)

                          





No comments:

Post a Comment